Êzidî û komên îşkencekar li heman qadê tên hiştin 2017-12-08 12:08:33 AMEDÊ - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, der barê Êzidyên li gundê Efşê yê Nisêbîna Mêrdînê rastî gefên koçberiyê tên axivî û wiha got: " Ger tiştek bi serê Êzidiyan were berpirsiyar hikûmeta AKP’ê ye. Ev salek û 3 mehin agahî ji Êzidiyên li Qampa AFAD’ê dimîn in, nayên girtin û Êzidî bi komên îşkencekar re di heman qampê digirin." Li gundê Efşê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê Êzidiyên mala şînê vekirin, ji aliyê qayûmê Şaredariya Nisêbînê ve hat mohrkirin û gefên koçberiyê li wan hat xwarin. Ji bilî Êzidiyên li gundê Efşê, Êzidiyên li gundên navçeya Beşîriya Êlihê, gundên navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê û Gundên Wêranşer ên Rihayê di salên 1970’î de bi darê zorê yê dewletê koçber bûn, axa xwe terk kirin û berê xwe dan welatên Ewropayê. Êzidiyên di dema pêvajoya çareseriyê de ku ji aliyê Rêberê PKK’ê ve hat destpêkirin, vegeriya bûn gundên xwe û jiyana xwe ji nû ve ava kiribûn, dîsa di bin gefên koçberiyê de ne.    Li ser êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî Şengalê 33’ê hezar Êzidî koçber bûn û li ser sînorên Başurê Kurdistanê re derbasê Tirkiyeyê bûn. 30 hezar Êzidî qampên ji aliyê şaredariyên DBP’ê ve hatin amadekirin de hatin bicîhkirin. Piştî şaredariyên DBP’ê hatin desteserkirin, di encama zordestiyan de koçberiya welatên Ewropayê ji bo Êzidiyan dest pê kir. Herî dawî qayûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Qampa Êzidiyan a navçeya Yenîşera Amedê vale kir û nêzî 3 hezar Êzidî şand qampa AFAD’ê ya Midyadê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê ya Êzidî Feleknas Uca, êrîş û zordariyên li ser Êzidiyan û gefên li ser Êzidiyên gundê Efşê nirxand û bertek nîşan da.    ‘TIŞTEK BI SERÊ ÊZIDIYAN WERE BERPIRSYAR AKP'YE’   Uca, diyar kir ku Êzidiyên gundê Efşê di bin gefên bavê aligirê Waliyê Mêrdînê H.Ç û Serokê AKP’ê yê berê yê Nisêbînê O.D de ne û ji hikûmeta AKP’ê pirsa “Hêza rişwet xwastinê ji kê distînin” kir. Uca, da zanîn ku demên dawî zordestiyên li ser Êzidiyan zêde bûne û wiha axivî: “Li tewahiya Tirkiyeyê 900 Êzidî mane. Bi van gefan dixwazin wan jî koçber bikin. Raya giştî ji bêdeng dimîne. Tiştek bi serê Êzidiyan were, berpirsyar AKP ye. Dewlet neçare hesabê vê yekê bide.”   ‘BIRÊK Û PÊK ZILM LI SER ÊZIDIYAN PÊK TÊ’   Uca, anî ziman ku ji avakirina komara Tirkiyeyê û vir ve baweriya Êzidiyan ne pejirandiye û wiha pê de çû: "Êzidî bi darê zorî şandin perwerdeya Ola Îslamê. Ev erdnîgarî mîna mozaîkê ye. Ji hemû baweriyan, olan û zimanan li ser vê erdnîgariyê gel dijîn. Lê herkesê mîna Misilman dibîn in. Îro carek din tê xuyakirin,  bi rêk û pêk li ser Êzidiyan zilmê dikin.    Uca, destnîşan kir ku 33 hezar Êzidî ji ber êrîşên DAIŞ’ê koçber bûn û wiha domand: "Herî dawî nêzî 3 hezar Êzidî li qampa Şaredariya Bajêr a Nû bi cih bibûn. Ev qamp jî valekirin û Êzidî şandin qampa AFAD’ê. Bi şaredariyê re qayûm avêtin ser qampa Êzidiyan jî. Ev salek û 3 mehe agahî ji Êzidiyên li qampa AFAD’ê nayê girtin. Gelek caran me serî li qampê da lê destûr nedan ku em hevdîtin bi gelê xwe yê Êzidî re bikin.”   ‘ÊZIDÎ BI ZILMKARÊN XWE RE DI HEMAN QAMPÊ DIJÎN   Uca, bi lêv kir ku Tirkiyeyê statuya koçbertiyê nîşanê Êzidiyan dikin û wiha got: "Koçberên ji Şengalê, ji tu derfetan sûd nagirin û nikarin biçin nexweşxaneyan jî. Gelê me yê Êzidî, bi zilmkarên xwe yên li Şengal û Rojava re, di heman qampê dijîn. Lê em şert û mercên Êzidiyên li qampan nizan in. Nahêlin em qampê ziyaret bikin. Gelo dewlet çi ji me vedişêre? Li qampan çi diqewimin? Êzidî bi çand û hûnera xwe najîn. Bi zordestiyê ferî perwerdeya Tirkî dikin. Dema parlamenterek nikare qampa Êzidiyan ziyaret bike û bê asteng kirin, bizan in dewlet rastiyekê li wir vedişêre.”   ‘KONSEPTEK CUDA LI SER ÊZIDIYAN PÊK TÊ’   Uca, di dawiya axiftina xwe de wiha got: "Dewlet ji aliyekê ve êrîşê Şengalê dike û ji aliyê din ve jî Êzidiyên li Tirkiyeyê bêstatu dihêle. Ev êrîş bi hev ve girêdayîne. Konseptek cuda li ser gelê me yê Êzidî pêk tê.  Ger ne bi zanabûn, ba, dewlet dê komkujiya Şengalê mîna qirkirinê qebûl kira. Zilma li dijî Êzidiyan mîna Fatîhayê dibîn in. Lê Êzidî li dijî zilma wan bêdeng namînin. Ligel komkujiyan heya îro, em li ziman, bawerî û çanda xwe xwedî derketin. 73 ferman ser me re derbas bûn, lê me serî netewand. Îro jî li hemû qadan li dijî pişaftinê em  berxwe didin. Wekî roja îro, ji vir û şûnde jî  em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin.”   MA / Ozgur Paksoy -  Devran Toptaş