Kesên li Cizîr û Sîlopya hatin kuştin bibîr anîn: Hovîtiya li jêrzemînan dinyayê hemû dît 2019-12-14 15:10:21 ŞIRNEX – Kesên di serdema qedexeya derketina derve ya Cizîr û Silopiyê de jiyana xwe ji dest dan di salvegera çaremîn de hatin bibîranîn. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz got: “Hovîtiya li jêrzemînên Cizîrê qewimî dinyayê hemû dît.”  Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê bi boneya 4’emîn salvegera destpêkirina qedexeya derketina derve ya ku nêzî 300 însan jiyana xwe ji dest dan civînek bîranînê li dar xist. Civîn li avahiya HDP’ê pêk hat. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, malbatên kesên di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.    ‘EM Ê XWEDÎ LI DOZA WAN DERKEVIN’    Di bernameyê de rêzgirtin pêk hat. Ewilî hevjîna Mehmet  Tûnç ê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest da Zeynep Tûnç axivî û got: “Em ê xwedî li doza wan derkevin. Şehîd namirin.”    ‘AZADÎ BEDELÊ GIRAN DIXWAZE’    Parlamenter Hasan Ozguneş jî da zanîn ku ew li ber pakrewanên xwe bejna xwe ditewînin û got: “Ji dîrokê heta îro têkoşînan her tim bedel dane. Bedelên azadiyê gelek giran in. Sed sal in gelê kurd vê bedelê dide. Divê ji îro şûnve em bêtir têbikoşin û xwezî li destkeftiyên xwe derkevin.   ‘EM Ê XEYALA WAN LEHENGAN PÊK BÎNIN’    Pişt re Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got: “Îro em li ser axa lehengî û berxwedanê ne. Em îro roj di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Dîrok li ser du tiştî diherike. Yek jê ew e qirkirin, komkujî û pişaftin e. Yek jê jî ew e ku dîrok li ser milê kesayet û lehengên mîna Asya, Mehmet Tûnç, Pakîze, Sêvê û Fatma li pêş dikeve. Ev lehengî dibe hêz û moralê gelê me. Li Cizîr û Silopya hovîtiyek pêk hat û hemû dinya temaşeyî vê yekê kir. Hovîtiya li jêrzemînên Cizîrê qewimî dinyayê hemû dît. Ev sûcê li dijî mirovahiyê bû. Berxwedana gelê kurd bi dehê salan ji dinyayê re bûye mînak. Kesên li jêrzemînan jiyana xwe ji dest dan, ji bo pêşeroja gelê kurd, dîrok û zimanê kurd bedelek mezin dan. Vê yekê her kesî dît. Dinya li me bûye yek. Lê nikarin berxwedana me têk bibin. Ji bo em xeyala hemû lehengên xwe pêk bînin em ê yekîtiya neteweyî ya kurd pêk bînin û ji niha şûnve rojeva me ya girîng yekîtiya neteweyî ne. Yên xwediyê vê axê ne û bi hezarê salan e li ser vê axê dijîn em in û em ê ji niha şûnve jî bijîn.”    Piştî axaftinan, sînevziyona têkildarî qedexeya derketina derve hatibû amadekirin hat nîşandan. Bername bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.