Hûrguliyên bûyerê parve kirin: Azîz Orûç li ser sînor terkî mirinê kirin 2019-12-14 14:14:20 AGIRÎ - Rêxistina HDP'ê ya Bazîdê têkildarî binçavkirina Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek ê li gel Rojnameger Azîz Oruç hat binçavkirin û girtin, têkildarî bûyerê daxuyanî dan. Rêxistina HDP'ê diyar kirku Rejîma Îranê Azîz Oruç girtin û piştî îşkenceyê li ser sînor terkî mirinê kirin. Rêxistinê da zanîn ku piştî ev agahî girtin çûn alîkarî pêre kirin. Di 11'ê Kanûnê de Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek û Endamê Meclîsa Şaredariyê yê berê Muhammet Îkram Muftuoglu li gel Rojnameger Azîz Oruç hatin binçavkirin. Piştî Ekelek û Muftuoglu hatin girtin û şandin girtîgehê. Lê lêpirsina Rojnamger Azîz Oruç berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bazîdê, têkildarî binçavkirin û girtina Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek û Îkram Muftuoglu ku ligel Rojnameger Azîz Oruç hat binçavkirin û piştre hatin girtin, daxuyanî dan çapemeniyê. Rêxistina HDP'ê li avahiya navçeyê daxuyanî da. Rêveberê HDP'ê Îsmet Demîr, daxuyanî da. Demîr, diyar kir ku Azîz Oruç rojnamger e û wiha got: "Ligel ku pir aşkere tê zanîn Oruç rojnameger e jî dîsa medya îktîdarê bi zanebûn wekî “terorist” pênase dike. Rojnameger Oruç rastî muameleya li dijî mirovahiyê hatiye. "   ‘PIŞTÎ ÎŞKENCE LÊ KIRIN AVÊTIN DERVÊ SÎNOR'    Demîr, anî ziman ku dewleta Îranê piştî bi awayekî dijmirovî îşkence lê kirine, ew avêtine dervê sînor û terkî mirinê kirine. Dewleta Îranê li pişt têlên sînor avêtin erdekî vala û terkî mirinê kirin. Oruç bi şiklekî xwe gîhand parlamenter û alîkarî jê xwestiye. Li ser daxwaza alîakriyê wekîla me jî Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek ku nêzî sînor e  xwestiye biçin Aziz Oruç bînin û alîkariyê bidin wî. Ekelek, çûye ew ji nêzî navçeyê bi piyên tazî ku hindik maye ji serma biqefile hilgirtiye û alîkarî daye wî. Roja din Azîz Oruç ji bo biçe mala xwe û li taxsiyê suyar bibe Ligel hevserokê Navçeyê Elek li ser kolanê rawestiya ne. Oruç, bi awayekî ji nişka ve rastî serdegirtinê hatine û ew li erdê dirêj kirine. Piştre destê wan li pişt wan kelepçe kirine û binçav kirine."    Demîr, da zanîn ku piştî Oruç, Ekelek û Muhammet Îkram Muftuoglu hatin binçavkirin destûr nedan ku malbat û parêzerên wan bi wan re hevdîtin bikin. Demîr, destnîşan kir ku piştî Wezareta Karên Hundir û medya hawiz nuçe serwîs kirin, li dijî partiya wan kampanya lîncê hatiye destpêkirin û ev jî perçeyê komkujiya siyasî ye. Demîr, da zanin ku dozger û heyeta dadgehê jî li gorî vê nêzîkatiyê biryara girtina wan daye. Hevserokê Partiya me Ekelek û Muftuoglu girtine û şandinge girtîgehê."    Demîr herî dawî anî ziman ku Ekelek û Muftuoglu bi îdîayên li dijî aqilan hatine girtin û xwest Ekelek û Muftuoglu bi lez serbest bên berdan.