NY hêj bêdeng e 2017-12-08 11:53:40 MEXMÛR - Li gorî peymana penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji aliyê 139 welatan ve hatiye îmzekirin û peymana di navbera NY û Iraqê de, pêwîst e parastina penaberan bê kirin. Lê li hemberî êrîşa li ser Mexmûrê hîn jî bêdengî heye. Di 6'ê Kanûna 2017'an de li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşek hewayî pêk hat. Di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan, 3 jî birîndar bûn. Wargeh di bin kontrola NY de ye û nêzî 15 hezar sivîlên ku ji ber zilm û êrîşên TSK'ê û cerdevanan yên Tirkiye 24 sal berê ji bajarên Şirnex, Colemêrg û Sêrtê koçî herêmê kirin li vir dijîn. Şêniyên wargehê li Başûrê Kurdistanê jî, bi dehan caran rastî êrîşên Tirkiye û hevalbendên wan hatine. Lewra heta gihîştine Mexmûrê bi dehan caran wargehên xwe guhertine.   Iraq û NY berpirs e    Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê amade kiriye hat diyarkirin ku bi armanca ku ji êrîşan dûr bikevin û xwe bispêrin cihekî di bin ewlehiyê de şêniyên wargehê hatine Mexmûrê. Wargeha Mexmûrê niha di nava sînorên ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê kontrol dike de ye. Neteweyên Yekbûyî wargeh bi fermî nas kiriye û di kontrola wê de ye. Neteweyên Yekbûyî di sala 1951'an de ji bo parastina kesên ku ji cih û warên xwe tên derxistin, penaber bûne û tehlûkeya wan a jiyanî heye, biryarnameyek derxistiye. 139 welatan jî ev peyman îmze kiriye. Li gorî vê peymanê erka hikûmetên ku penaberan pêşwazî dikin parastina penaberan e. Dîsa di xalek din a peymanê de tê gotin; "Erka hikûmetan e ku mafê penaberiyê bidin kesên hatine koçberkirin. Li hemberî îhtîmala ku rewşa wan di xeteriyê de be, divê hikûmet wan neçarî vegerê nekin."   PROTOKOLA NY Û IRAQÊ    Di nava 139 welatên ku peymana penaberiyê îmze kiriye de, Iraq tune ye. Lê belê di 31'ê Cotmeha sala 2016'an de di navbera Komîseriya Bilind a Penaberan a NY û Komîsyona Karubarên Penaberan a Hikûmeta Iraqê de protokolek hat îmzekirin. Protokol, xurtkirina parastina penaberan esas digire û berpirsyariyên hikûmetê hatine diyarkirin. Di Destûra Bingehîn a Iraqê de jî mafê penaberiyê hatiye qebûlkirin û erka parastina penaberan hatiye diyarkirin.   BÊDENG IN    Li gorî peyman û protokolan pêwîst e ku hikûmeta Iraqê û NY li hemberî êrîşan penaberan biparêzin. Lê belê heta niha li dijî êrîşa ku du roj berê pêk hatibû, hikûmeta Iraq û NY helwestek nîşan nedaye. Debarê mijarê de me xwest ku bi Nûnertiya NY ya Hewlêrê re bi axivin. Lê rayedaran gotin ku ew nikarin ji bilî daxuyaniyên fermî tiştekî bêjin.   Têkildarî mijarê me xwest xwe bigihînin rayedarên hikûmeta navendî ya Iraqê jî, lê bersiv nehat dayîn.