Rojnameger Kanbal beraet kir 2019-12-13 18:42:52   ÎZMÎR – Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal ku ji ber parvekirina medyaya civakî dihat darizandin, beraet kir.    Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal ku ji ber nûçeyên li ser medya civakî parve kirine bi sucdariya "propaganda li ser hev" kiriye li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê dihat darizandin beraet kir.  Dadgehê li gorî xala TCK-301/4'an dosya şand Wezareta Dadê. Piştî Wezareta Dadê ev daxwaz red kir, darizandina Kanbal dîsa berdewam kir. Kanbal, ku serbest dihat darizandin, ji Mêrdînê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Kanbal, diyar kir ku di çarçoveya azadiya ramanê de parvekirin kirine û ew divê xebatên rojnamegeriyê wekî sûc neyên dîtin.    Dozger jî diyar kir ku parvkirinên li ser medya civakî "azadiya ramanê ye" û xebatên rojnamegeriyê ne sûc e. Dozger xwest Kanbal beraet bike. Li ser vê yekê heyetê jî biryar da û Kanbal beraet kir.