Amed ji sempozyuma mafê mirovan re amade ye 2017-12-08 11:13:05 AMED - 5 rêxistinên parazvanên mafên mirovan ên Amedê dê di 10 û 17’ê kanûn de di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafê Mirovan de sempozyumekê li dar bixin.  Şaxa Komelaya Mafê Mirovan a Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkên Amedê, Nûnertiya Wekfa Mafên Mirovan a Tirkeyeyê ya Amedê û Însiyatiya Mafê Amedê, dê di 10 û 17’ê Kanûnê de di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan, di roja Yekşemê 10’ê Kanûnê de “Sempozyuma Mafê Mirovan” li dar bixin. Sempozyum dê li salona konferansê ya DESOB a navçeya Rezana Amedê bê lidarxistin û de gelek pisporên parêzvanên mafên mirovan beşdar bibin.    Dê di sempozyumê de mijarên “Li herêm û Tirkiyeyê mafê mirovan”, “Mafê jin û zarokan”, “Qedexeya Girtîgehan û îşkenceyê” û “Azadiya îfade û rêxistinbûyînê” bên nîqaşkirin. Wê Rewşen Bataray Saman, Emma Sînclaîr, Eren Keskîn, Esîn Koman, Muhterem Suren, Bariş Yavuz, Ayhan Bîlgen û Velî Saçilik tevli sempozyumê bibin û nêrînên xwe binîn ser ziman.