Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin 2019-12-13 17:04:57   AGIRÎ – Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek û Muhammet Îkram Muftuoglû yên bi rojnameger Azîz Orûç re hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Lêpirsîna Orûç didome û biryara nepen danîn ser dosyeya wî.    Li navçeya Bazîdê ya Agirî di 11’ê kanûnê de li gel rojnameger Azîz Orûç, Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek û welatî Muhammet Îkram Muftuoglu hatibûn binçavkirin. Îfadeyên Ekelek û Muftugolû yên li emniyetê bi dawî bûn û wan birin Dadgeha Bazîdê û derxistin dozgeriyê.    Piştî îfadeyên Ekelek û Muftuoglû li dadgehê bi dawî bûn bi angaşta “Alîkariya rêxistinê kirine” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Agirî.    BIRYARA ‘NEPEN’ DANÎN SER DOSYEYA ORÛÇ    Lêpirsîna rojnameger Azîz Orûç li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê hêj didome. Hat zanîn ku biryara “nepen” danîne ser dosyeya Orûç û qedexeya ser parêzer nikare wî bibîne jî didome.