Rektorî ye yan daraz e? 2017-12-08 10:30:34 AMED- Li Wanê xwendekarê pola dawîn ê Fakulteya Tibê Vedat Kaplan 14 meh berê hatibû girtin. Hîn îdianameya der barê Kaplan de nehatiye amadekirin, lê belê derket holê ku ji zanîngehê hatiye avêtin.  Li Wanê, di 18'ê Cotmeha 2016'an de xwendekarê pola dawîn ê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Vedat Kaplan (25) bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Alîkariya rêxistinê" hat girtin. Lê belê derket holê ku piştî Kaplan tê girtin rektorî demildest têkiliya wî ji zanîngehê qut dike. Zêdeyî salekê ye Kaplan di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye û hîn jî îdianameya der barê wî de nehatiye amadekirin. Li gel vê jî bêyî ku serî li parêzya wî ya nivîskî an jî devkî bê dayîn teblîxat ji mala wî re tê şandin û têde tê diyarkirin ku ji zanîngehê hatiye avêtin. Kaplan ji girtîgehê nameyek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand û binpêkirina ku ew pê re rû bi rû maye bi ajansa me re parve kir.    Kaplan, dest nîşan kir ku piştî tê girtin mehek şûnde bêyî serî li parêziya wî ya nivîskî an jî devkî bê dayîn demildest ji zanîngehê tê avêtin û ev tişt gotin: "Piştî hatim girtin, rektorî bi awayekî derhuqûqî demildest biryarekê dide û min ji zanîngehê davêje. Tiştekî wisa nayê qebûlkirin. Herî kêm diviya bi nivîskî an jî devkî serî li parêziya min jî bidanan. Formalîte bûna jî dikaribûn bikirinan, lê nekirin. Biryar ji malabata min re hatiye şandin. Malbata min jî ji bo li ber nekevim paşê ji min re got. Em 11 xwişk û bira ne. Yê herî mezin ez im. Tu bikî nekî ev rewş bandorê li malbatê û xwişk û birayên min dike."    Kaplan, diyar kir ku hîn darizandin didome û ev tişt gotin: "14 meh in girtî me. Lê hîn jî îdianameya min nehatiye amadekirin. Hîn jî nehatime darizandin. Ev îspata çi ye ku rektorî min wisa tawanbar îlan dike. Wisa bawer dikim ku ez ê beraetê bistînim. Ev biryar ne huqûqî û ne jî însanî ye. Herî kêm diviya rektorî li benda biryara darazê bûna. Li zanîngehê piraniya akademîsyenên ji ber FETO'yê ji zanîngehê dûr xistibûn, demek berê hemûyan wergirtin. Wan rasterast îxrac nekirin, tenê hinek ji wan dûr xistin û paşê dîsa ew girtin. Lê bêyî bêm darizandin û bêyî hayê min jê hebe yekser min ji zanîngehê davêjin."    Kaplan, di dawiya nameya xwe de ji bo ev mexdûriyet ji holê bê rakirin bang kir da ku raya giştî piştevaniya wî bike.