Xebatkarên Radyo 14 meh in li benda îdianameyê ne 2017-12-08 10:29:52 RIHA– 14 meh in îdianameya der barê 3 xebatakrên girtî yên Radyoya Karacadagê ku bi KHK'ê hat girtin nehatiye amadekirin.  Li Rihayê piştî bi KHK'ê Radyoya Karacadag ku li Rihayê herî zêde radyoya dihat guhdarîkirin bû û 22 salan weşana xwe dikir hat girtin, Serokê Desteya Rêverbir ê radyoyê û di heman demê de Nûnerê DÎSK Genel Îş'ê yê Rihayê Sadik Demir, xebatkarê radyoyê Salih Erbekler û Mizgîn Çay hatibûn girtin. Di ser girtina her sêyan re 14 meh derbas bûn, lê belê hîn jî îdianame nehatiye amadekirin.    Parêzerê Salîh Erbekler Mûstafa Vefa, anî ziman ku piştî radyo di 30'yê Îlona 2016'an de bi KHK'ê hatiye girtin der barê materyalên li radyoyê ji bo îfadeyê gazî muwekîlê wî kirine. Vefa got ku piştî muwekîlê wî ji bo îfadeyê diçe tê binçavkirin û piştî binçavkirineke 18 rojan tê girtin. Vefa diyar kir ku muwekîlê wî Salîh Erbekler ji 18'ê Cotmeha 2016'an ve girtiye. Vefa got ku muwekîlê wî Erbekler, Serokê Desteya Rêvebir ê Radyo Karacadagê Sadik Demîr û xebatkara berê ya radyoyê Mîzgîn Çay bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hatine girtin û wiha got: "14 meha derbas bûne, lê hîn jî dosyeya wan venebûye. Îdianameya ewil a ji aliyê dozger ve hat amadekirin ji Dadgeha Cezayê Giran a 6'emîn a Rihayê re hat şandin. Lê belê ji bo kêmaniyên wê bên temamkirin dosye îadeyî dozger hat kirin." Vefa ji bo tawanbariya "endamtiya rêxistinê" stranên li radyoyê dihatên lêxistin, bernameyên dihatin çêkirin û anonsên dihatin kirin hatine nîşandan. Vefa diyar kir ku li ser dosyeyê bîryareke sînordarkirinê heye û ji ber vê ew nizanin naveroka wê çî ye.    ‘XIZMÊN ME REHÎN GIRTINE'    Delîl Demîr, kurê Serokê Desteya Rêvebir Sadik Demîr, jî got ku 14 meh in bavê wî rehîn hatiye girtin. Demîr got ku di dosyeyê de bi qasî serê derziyê jî pêşketinek çênebûye. Demîr dest nîşan kir ku bavê wî bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatiye binçavkirin, lê belê bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin. Demîr got ku piştî bavê wî ew hatine girtin der barê dosyeyê de birayar nepeniyê hatiye dayîn û desta danîne ser hemû hesabên wî yên bankayê. Demîr got ku di dosyeyê de tu delîl tune ne û divê demildest dawî li vê polîtîkaya rehîngirtinê bê.