Ji ber nameya ji girtîgehê 90 sal ceza dixwaz in 2017-12-08 10:27:42 ÎZMÎR - Li Bûcayê, di Adarê de 3 kes di serdegirtina malan de hatibûn girtin. Îdianameya der barê Vahdettîn Yalçinerê ji 1995'an ve di girtîgehê de ye û 3 kesên din de hat amadekirin. Di îdianameyê de nameya ku Yalçiner ji xwarzîkê xwe re nivîsandibû û li ser Rizgar Ridvan Yakût ku beriya operasona avêtina ser malê 2 roj berê ji girtîgehê derketibû, wek delîl hat hesibandin û ji ber vê nameyê ji her 4 kesan re bi giştî 90 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.  Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, di 22'ê Adara 2017'an de polîsan avêtibû ser malekê û tevî Rizgar Ridvan Yakût Mîzgîn Çîçek û Tûncay Coyrat bi hinceta "Di girtîgehê de di nav koordînasyona PKK'ê ya girtîgehê de cih girtine" hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Di nav van kesên hatin girtin de Rizgar Ridvan Yakût beriya operasyona avêtina ser malê 2 roj berê ji girtîgehê derketibû. Lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve dihat birêvebirin temam bû. Lêpirsîn tevî her 3 kesan der barê Vahdettîn Yalçiner ku ji sala 1995'an ve di girtîgehê de ye bi îdiaya "Di girtîgehê de koordînasyona girtîgehê ya PKK'ê ava kirine" hatibû destpêkirin. Di encama lêpirsînê de der barê her 4 kesan de bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de der barê Mîzgîn Çîçekê de bi hinceta 3 parvekirinên medyaya civakî bi îdiaya 3 caran "Propagandaya rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" doza 30 sal cezayê girtîgehê hat kirin. Di îdianameya ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 15'emîn a Îzmîrê hat qebûlkirin de, ji bo her 3 kesên din jî herkê 20 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Di îdianameyê de kovar, pirtûk û nameyên di avêtina ser malê de hatin bidestxistin sûc hatin hesibandin.    Di îdiananmeyê de parvekirinên medyaya civakî yên Mizgîn Çîçekê weke delîl hatin hesibandin, lê belê hema bêje îdianame bi temamî li ser nameya ku ji aliyê Vahdettîn Yalçinerê PKK'î yê di girtîgehê de ye hat nivîsandin û li ser Rizgar Ridvan Yakût hat dîtin, hatiye amadekirin.    NAMEYA KU JI XWARZÎKÊ XWE RE NIVÎSAND   Name ji ji kesê bi navê Umut Aydogdû re hatiye nivîsandin. Yalçiner di nameyê de behsa Kadîm Şahîn (Zoran) ku di 1995'an li Erziromê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye dike. Her wiha di îdianameyê de tê gotin ku Kadîm Şahîn xalê heq ê Umut Aydogdû ye.    Di dawiya îdianameyê de tê gotin ku ji ber kesê name nivîsandiye bi endamtiya PKK'ê hikumxwariye û name der barê kesekî rêxistinê yê jiyana xwe ji dest daye de ye û hatiye xwestin ku name bigihîje malbata wî û di girtîgehê de avaniyeke komîteyî ya rêxistinê hatiye avakirin divê bên cezakirin.    Wê danişîna ewil di 2'yê Nîsana 2018'an de pêk bê.