Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir 2019-12-12 20:20:17   AMED – Piştî Enqereyê vê carê li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir. Ûmût Bîgî yê 7 salî ku çîkolateya bişirinqe xwar jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, Ûmût Bîlgî yê 7 salî bi çîkolteya bişirinqe jiyana xwe ji dest da. Bîlgî, di 25'ê Mijdara 2019'an de ji marketekê çîkolateya bişirinqe dikire û gava dixwe di ber wî de dimîne. Malbat wî dibe Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Piştî 9 rpjên li fakulteyê di 5'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dide.    Malbata Bîlgî, bang li malbatan kir ku nehêlin zarokên wan tiştên bi vî rengî bixwin.    DUH JÎ LI ENQEREYÊ ZAROKEK MIRIBÛ    Duh jî li navçeya Keçîoren a Enqereyê Mert Yagiz Koksal ê 7 salî bi çîkolateya bişirinqe ya ji kantîna dibistanê kiribû û xwestibû bi deva vebike, qalpaxa çîkolateya bişirinqe difire zengilorka wî û jiyana xwe ji dest dide.