Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê 2019-12-12 19:42:41     WAN – Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî ku duh ji girtîgehê ew biribûn nexweşxaneyê, di heman rojê de dîsa wê birin girtîgehê. Malbata Orenciyê ragihandin ku rewşa Orenciyê baş e û ji bo bê berdan serlêdan pêk anîne.    Hevşaredara navçeya Qelqelî ya Wanê Dîlan Orencî di 6'ê Kanûnê de hatibû binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin. Piştî binçavkirinê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û wê Şandibûn Girtîgeha Tîpa T a wanê. Lê belê duh ji ber nexweşînekê Orenciyê rakiribûn nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku piştî tedawiyê di heman rojê de dîsa Orenciyê birine girtîgehê.   Malbata wê pê re hevdîtin çê kir û ragihandin ku ji bo bê berdan parêzerên wê serlêdan pêk anîne.