Zarokekî 13 salî hat kuştin 2019-12-12 18:31:30   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê, zarokê bi navê Ferhat Şengîl hat kuştin. Şengîl, ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hat kuştin.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, li nêzî Dibistana Navîn a Yenîşehîrê zarokê bi navê Ferhat Şengîl ê 13 salî hat kuştin. Şengîl, ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hat kuştin.    Mirovên li derdorê bi birîndarî Şengîl birine Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê, lê belê tevî hemû mudaxileyan jî Şengîl jiyana xwe ji dest daye.    Hat gotin Şengîl ji ber daweyeke xwîndariyê hatiye kuştin.