Li dijî 'taciz'ê derket 3 mehan dernexistin hevdîtinê 2017-12-08 10:09:13 ÎZMÎR - Dema Betul Ozdemîr ji bo hevdîtinê hevjînê xwe çû Girtîgeha Tîpa L a Jimare 2'yan a Sîlîvriyeyê, li girtîgehê rastî lêgerîna tazî hat. Ji ber li dijî lêgerînê derket rayedarên girtîgehê bi hinceta "Ji ber ewlekarî û pergala saziya înfazê ya ceza xerab kiriye" 3 mehan hevdîtin lê qedexe kirin.  Betul Ozdemîr a li Îzmîrê dijî, bi zarokên xwe re di 29'ê Mijdarê de ji bo hevjînê xwe Mehmet Ozdemîr ziyaret bike çû Girtîgeha Tîpa L a Jimare 2'yan a Sîlîvriyeyê. Lê di ketina girtîgehê de, gardiyanekê bi awayê wê tacîz bike lêgerîn kir. Ozdemîr li dijî vê yekê derket û bertek nîşan da. Ozdemîr û gardiyan qederekê ketin qirika hev û ji ber vê rayedarên girtîgehê der barê Ozdemîrê de lêpirsîn vekir.       3 MEHAN HEVDÎTIN LÊ QEDEXE KIRIN   Di encama lêpirsînê de, rayedarên girtîgehê bi hinceta "Ji ber ewlekarî û pergala saziya înfazê ya ceza xerab kiriye" 3 mehan hevdîtin li Ozdemîrê qedexe kirin.    Di biryara rayedarên girtîgehê ev tişt hatin girtin: "Di dema lêgerînê de Betul Ozdemîr ji gardiyana muxatab re gotiye 'Hûn nikarin li ser min bi vî awayî lêgerînê bikin. Tu lêgerîn nakî, min tacîz dikî. Bêedeb, bêehlaq û bêterbiye.' Bi vî awayî heqaret kiriye. Ji ber ku li dijî lêgerînê derketiye, ewlekarî û pergala saziya înfazê ya ceza xerab kiriye. Ji ber vê yekê saziya me ji bo 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê li Ozdemîrê biriye."    'GAVA MIN GOT XWE TAZÎ BIKE TU YÊ XWE TAZÎ BIKÎ!'   Ozdemîr jî, diyar kir ku di dema lêgerînê de bi awayê "tacîz" bikin xwestinê ser wê sehî bikin û ev tişt gotin: "Min ev lêgerîn qebûl nekir û bertek nîşan da. Li ser vê yekê gardiyanekî ji min re got 'Gava min ji te re got xwe tazî bike tu yê xwe tazî bikî' û bi ser  min de hat. Ji ber ku min ji gardiyan re got 'Tişta tu dikî bêexlaqî ye' gardiyan jî ji min re got 'Hele ceza li te bibirim tu yê bibînî' û pişt re jî ceza dan min."   Ozdemîr wiha got: "Piştî bûyerê li hemberî vê derketim û serî lê da, lê hîna jî bersiv nehatiye dayîn. Lê ji bo serledana gardiyan di nava hefteyekê de bersiv hat dayîn û ez ceza kirim."