HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin 2019-12-12 16:49:29 STENBOL – Rêveberên HDP’ê yên Stenbolê gotin hin kesên xwe wek “endamên îstîxbaratê” didin nasîn û wan tehdît dikin. Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî got dê polîtîkaya zext û tundiyê encam nede. Endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi boneya hin kesên xwe wek “endamên îstîxbaratê” didin nasîn û wan tehdît dikin û sîxûriyê li wan ferz dikin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dan. HDP’yan piştî serlêdanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokên HDP’a Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bulut jî tev li civînê bûn.    ‘BÛYER SÎXÛRÎ Û GEFAN ZÊDE DIBIN’    Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku di demên dawî de bûyerên sîxûrkirinê û tehdîtan zêde bûne û ev kesên van sepanan pêk tînin xwe ne wek polîsan wek endamên îstîxbaratê didin nasîn.    ‘DI BIN NAVÊ BAZIRGANIYÊ DE KETINE PEYWENDIYÊ’    Rêveberê HDP’ê Cuneyt Karabey da zanîn ku hin kesan bi bahaneya dê kargeha wî bikirin pê re ketine peywendiyê û gefên kuştinê û sîxûriyê lê ferz kirine û van kesan gefa “em naxwazin tiştek were serê te” lê xwarine.    LI SER MALBATÊ GEF XWARIN E    Rêveberê Komeleya Piştevaniyê û Alîkariyê ya Xizmên Windayan a Andoluyê (ANYAKAY-DER) Osman Ozdemîr jî anî ziman ku dema ew ji mala xwe derketiye du kesan wî desteser kiriye û jê re gotine “ne tirs e em ne polîs in, em ên îstîxbaratê ne.” Ozdemîr got van kesan xwestiye pê re sohbet bikin û çayê bi hev re vexwein û hemû teklîfê wan ên sîxuriyê û gefên kuştinê red kiriye. Ozdemîr anî ziman ku van kesan bi malbata wî gefên kuştinê lê xwarine.    LI WESAYÎTÊ SIWAR KIRIN Û GEF XWARIN    Rêveberê HDP’a Stenbolê Erkan Kakça jî diyar kir ku dema ew ji malê derketiye çûye dikanê hin kesan rêya wî biriye, li wesayîtê siwar kirine û van kesan bi darê zorê xwestiye pê re biaxivin û sohbete bikin. Kakça got wî hemû teklîfên wan kesan red kiriye.    AVCI: WÊ TUNDÎ BÊENCAM BIMÎNE    Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî diyar kir ku polîtîkaya zext û tundiyê ya li ser partiya wan, rêveber û endamên wan dê bêencam bimîne û dê têkoşîna xwe dewam bikin.    ‘RÊBAZÊN DIJQANÛNÎ NE’    Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut jî bang li Wezareta Karê Navxweyî û Wezarata Dadê kir û got ev kesên zextan li ser endam û rêveberên wan dikin bi rêbazên dijqanûnî û tehdît, şantaj û îşkenceya derûnî sûc dikin û mafên mirovan binpê dikin. Bulut got lazime ev rêbazên dijqanûnî werin eşkerekirin.