Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin 2019-12-12 15:37:36 MÊRDÎN - Hevserokê HDP'ê yê Bajar ê Mêrdînê Salih Kuday û Seroka Odeya Bijîjkan a Merdînê Derya Etem jî di nav de 10 kesên ku li Mêrdînê hatibûn binçavkirin, bi "xebatên KCD'ê" hatin sûcdarkirin.  Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de, duh li navenda Mêrdînê û navçeyên wê Nisêbîn û Qoserê bi ser gelek malan de hatibû girtin. Di serdegirtinan de Hevserokê HDP'ê yê Bajar ê Mêrdînê Salih Kuday û Seroka Odeya Bijîjkan a Merdînê Derya Etem jî di nav de 10 kesên ku li Mêrdînê hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn ku di çarçevaya heman lêpirsînê de Hasîbe Mengikaan ku lêgerîna wê heye ji ber ku ne li mala xwe bûye, nehatiye binçavkirin. Piştî bi dawîbûna dema sînordarkirinê, parêzeran bi muwekîlê re hevdîtin pêk anîn.    XEBATÊN KCD'Ê BÛN SÛC   Parêzeran diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya muwekîlê wan baş e û hinceta binçavkirina muwekîlê wan jî xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û angaşta cigirtina di asta bilind de ya nav rêxistibûyîna KCK'ê ye. Parêzeran destnîşan kir ku bi van angaştan derbarê muwekîlê wan de bi hinceta "emdamtiya rêxistinê" lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevserokê HDP'ê yê Bajar ê Mêrdînê Salih Kuday, Seroka Odeya Bijîjkan a Merdînê Derya Etem, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aysel Erol, endam û rêveberen HDP'ê Neda Alper, Abdûllah Akîkol, Veysî Parilti, Dîlaver Înal, Kerîm Saygili, Endama Platforma Jinan a Mardîn Şahmaranê Emel Oran û Serokê berê yê Şaxa Sendîkaya Kedakarên Buroyê (BES) yê Mêrdînê Mûstafa Benlî.