Eskeran 4 kes li Licê binçav kirin 2019-12-11 12:04:46   AMED – Eskeran bi ser gundê Çelê Elika û Spênî yê Liceyê de girtin û 4 kesên di navde bavê Şaredara Karazê Rojda Nazlier jî heye binçav kirin.    Eskeran serê sibê bi ser gundê Çemê Elîka û Spênî yê navçeya Licê ya Amedê de girtin û 4 kes binçav kirin. Eskeran li Gundê Çemê Elika Ferman Nergiz û Harun Oyunlu, li Gundê Spênî yê navçeya Licê jî bavê Hevşaredarê Karazê Rojda Nazlire Adem Nazlıer binçav kirin. 4 kesên hatin binçav kirin sedema binçavkirina wan nehat zanîn. 4 kes birin Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Amedê.