Hevseroka HDP'a Stenbolê Bûlût: Hikûmet nikare xwe li ber hêrsa li civakê peyda bûye ragire 2019-12-11 09:58:38   STENBOL - Hevseroka HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê dixwaze bi zext û zoriyên li ser HDP'ê, krîza li welat û xitimandina xwe hel bike û got: "Hêrseke mezin li civakê peyda bûye. Hikûmet, nikare xwe li ber vê hêrsê ragire. Her ku qels dibe, dixwaze muxalefetê jî bêhêz bike."    Li Tirkiyeyê, her sal di navbera 10-17 Kanûnê de Hefteya Mafên Mirovan tê pîrozkirin. Lê belê îsal jî hefteya navbirî bi binpêkirinên mafên mirovan hat pêşwazîkirin. Di sala 2019'an de ên ji zext û zoriyan herî zêde nesîbê xwe girt HDP û pêkhateyên wê ne. Li gorî daneyên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, ji sala 2015'an heta niha herî kêm 16 hezar endam û rêvebirin partiyê hatine binçavkirin û ji kesên hatine binçavkirin 5 hezar û 66 kes jî hatine girtin.    ‘DIXWAZIN PARTIYA ME BÊERK BIKIN'    Hevseroka HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût, destnîşan kir ku di sala 2015'an de zext û zoriyên li ser partiya wan dîsa dest pê kirine û got, berê bi girtinan dixwestin partiyan bêerk bikin lê niha bi binçavkirin û girtinan. Bûlût, anî ziman ku HDP li kîjan bajarî xurt be li wir zext û zorî zêde ne û got: "Di demên dawî de em li herêma Kocaeliyê xurt bûn. Lê belê dewletê li wir hevalên me yên çalak binçav kirin û girtin. Her wiha heman tişt li Bûrsayê jî pêk hat. Li Bûrsayê operasyon li ser operasyonê tên kirin. Gelek endam û rêvebirên me hatin girtin. Niha heman tişt li Stenbol û herêmên din jî pêk tê."    Bûlût, destnîşan kir ku hikûmet dixwaze krîza li welat û xitimandina xwe bi zext û zoriyên li ser HDP'ê hel bike û got, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî berdewamiya van zext û zoriyan e. Bûlût, anî ziman ku lê belê di civakê de hêrseke mezin çê bûye û ev hikûmet nikare li ber vê hêrsê xwe ragire û got: "Her ku qels dibe, dixwaze muxalefetê jî bêhêz bike."    ‘EM RÊXISTINBÛYÎNA XWE BI HÊVÎ Û WÊREKIYÊ XURT DIKIN'    Bûlût, anî ziman ku lê dîsa jî ew têkoşîna xwe bilind dikin û got: "Hikûmet dixwaze HDP'ê bike partiya tabelayî. Belê, helbet di vê nêvenga şerî û çewisîner de em zehmetiyan dikişînin. Siyaset bi rê û rêbazên berê nameşe. Mirv êdî guherîne, pêvajo diguhere. Em jî siyaseta xwe bi heman rêbazan nakin. Em mecbûr in taktîkên xwe biguherînin. Pêngava HDP'ê ya di hilbijartinên herêmî de bîrbiriya wan hinekîg uherand. Em rêxistinbûyîna xwe bi hêvî û wêrektiyê xurt dikin. Bi rastî jî tişta girîng ku em dikin; em bi hêvî û wêrekiyê xebatên xwe didomînin."    MA / Erdogan Alayûmat