‘Pêkanînên li Girtîgeha Bakirkoyê, delîla şidet û feraseta dewletê ye' 2019-12-11 09:37:11   STENBOL - Malbatan ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bakirkoyê pêk tên gotin: "Heta ev feraseta dewleta zilamî bi dawî nebe wê têkoşîna me û girtiyan dewam bike."    Bertek û nerazîbûnên derbarê şideta li ser jinên girtî didomin.   Polîsan, bi îdiaya ku ji bo DNA'yê xwînê ji Esîn Kavrûkê werbigirin û bidin Saziya Tiba Edlî avêtibûn ser qawîşa B/6 a Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê. Dayika Hulya Gerçek a girtî û biraziyê Hatîce Dûman a girtî, destnîşan kirin ku ew ê tevî girtiyan li dijî van pêkanînan bitêkoşin.    'BİRÇOK KEZ ŞİDDETE MARUZ KALDIK’   Dayika Hulya Gerçek, Mercan Gerçek, destnîşan kir ku di 28'ê Mijdarê de gardiyan û polîsên avêtine ser qawîşan, girtiyên jin derb kirine. Gerçek, diyar kir ku ev yek delîla şideta dewletê bi xwe ye. Gerçek, anî ziman ku li hemberî van pêkanînên bêhiqûqî wan xwestiye li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin lê belê destûr nehatiye dayîn û got: "Gava me xwest em daxuyaniyê bidin, em bi şideta polîsan re rû bi rû man. Şideta li ser jinê ya li derve, li girtîgehan bia wayekî sîstematîk pêk tê. Em dizanin ev êrîşên li ser jinên girtî, temsîliyeta feraseta AKP'ê ye. Heta ev zihniyet neqede wê têkoşîna me ya ji bo girtiyan bidome. Em ê van binpêkirinên mafan bişopînin."    BI PORÊ WÊ GIRTINE Û EW KIŞANDINE   Gerçek, diyar kir ku hefteya borî ji bo hevdîtina vekirî çûye girtîgehê û got: "Ji ber vê şidetê tenduristiya keça min û hevalên wê nebaş bû. Lê ji bo em li ber nekevin pir behsa tiştên tên serê wan nakin. Lê şideta li wan hatiye kirin şideteke mezin e. Mesela pehîn li cihê rehma jineke girtî xistine. Ji ber vê xweşikî nikare bimeşe. Her wiha bi porê wan girtine û ew bi erdê ve kişandine. Ev şidet li xizmên girtiyan jî tê kirin. Di dema hevdîtinan de lêgerîna taz, tê ferzkirin. Li Bakirkoyê, maf bi awayekî pir cidî tên binpêkirin. Em ê van binpêkirinên mafan bişopînin. Wê têkoşîna me û girtiyên jin dewam bike."    'GUH NADIN BIRYARA AYM'Ê'    Biraziyê Hatîce Dûmanm Hasan Dûman jî, anî ziman ku 17 sal in meta wî girtiye. Dûman, da zanîn ku meta wî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hatiey darizandin û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Dûman, got: "AYM'ê ji bo biryarên DGM'ê got, 'mafê darizandina adil hatiye binpêkirin' û rê li ber ji nû ve darizandinê vekir. Lê belê dadgeha ku Dûmanê darizand dîsa cezayê muebetê lê birî. Paşê di 6'ê Kanûnê de AYM'ê dîsa got, 'mafê darizandina adil hatiey binpêkirin.' Niha guh nadin biryarên AYM'ê."    Dûman, ji bo şideta li girtîgehê got: "Bi awayekî bêhiqûqî ji bo testeke DNA'yê ku xwestin ji Esîn Kavrûkê wergirin, avêtin ser qawîşê. Ev avêtina ser qawîşê tesîreke nebaş li malbatê kir. Di dema avêtina ser qawîşê de girtî hatin derbkirin. Ev yek ji bo me xizmên girtiyan rewşeke zehmet e."    REWŞA WÊ YA TENDURISTÎ NEBAŞ E'    Dûman, anî ziman ku piştî avêtina ser qawîşê hîn neçûne girtîgehê û meta xwe nedîtine û got: "Lê me bi telefonê bi hev re xeber da. Hatîceyê got, ew baş e û derbarê hevalên wan ên hatine derbkirin de endîşeyên wan hene. Nexasim jî ji bo rewşa Esîn Kavrûkê got, endîşeyên wan hene. Li gor agahiyên ku me ji malbatên girtiyan wergirtine, tenduristiya girtiyan nebaş e. Endîşeya me malbatan jî ew e ku ev zext û zorî û binpêkirinên mafan zêde bibin. Heger rayedarên dewletê wê tiştekî bikin, divê di çarçoveyeke hiqûqî de bikin. Em van zext û zoriyan qebûl nakin. Divê her tişt di çarçoveya heq û hiqûqê de be."