Armanca jinên Pêrtagê avakirina kooperatîfekê ye 2019-12-11 09:22:47 DERSIM – Pinar Baş ku li navçeya Pêrtagê atolyeya wê ya xişr û zînetan heye, dersê dide 200 jinî. Armanca Başê ew e ku tevî jinan kooperatîfekê ava bike.    Pinar Baş ku ji Pêrtag a Dersimê ye lê li Îzmîrê dimîne, xişr û zînetên çê dike balê dikişînin. Her wiha 3 sal in berên ku Baş çê dike, bala tomerîfiroşên îzmîrî jî dikişîne. Niha jî bi desteka Şaredara Pêrtagê Rûhan Alanê, ji bo jinan atolyeyek vekiriye. Baş, li vê jinê dersê dide 200 jinî. Li Atolyeyê hat gotin ku pêdivî bi kooperatîfeke jina heye. Heger kooperatîf bê avakirin wê jin dest bi çêkirina xişr û zînetan bikin.    Baş, da zanîn ku armanca ewil a atolyeyê ew e ku ji bo jinan qadeke îstihdamê peyda bike. Baş, diyar kir ku xwe bi xwe hînî çêkirina xişr û neşran bûye û her çûye fikra ji bo jinan qadeke îstihdamê lê peyda bûye û xwestiye vê yekê li navçeya xwe pêk bîne. Baş, got: "Ji bo daxwazên tomerîfiroşan pêk bînim diviya min dest bi hilberandineke giştî bikirana. Ji bo vê jî pêdivî bi komekê hebû. Min xwest vê komê ji jinên navçeya xwe pêk bînim. di nav hefteyekê de min dest bi xebatên ji bo atolyeyê kirin."    ‘WÊ JIN KARÊN BAŞ BIKIN'    Baş, diyar kir ku gava ji Îzmîrê hatiye wê digot herî zêde wê xwe bigihîne 30 jinî û got: "Lê belê gava hatim navçeyê nêzî 200 jin tev li xebata atolyeyê bûn û xwestin bên perwerdekirin. Di demeke kurt de hînî modelên xişr û zînetan bûn. Me komeke mezin çê kiriye. Wê jin karine mezin û baş bikin."    ‘EM Ê KOOPERATÎFA JINAN AVA BIKIN'    Baş, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku jinên li navçeyê hemû tev li hilberînê bibin û got: "Em dixwazin ji niha û pê ve di bin banê kooperatîfê de bixebitin. Ji bo avakirina kooperatîfa jina me dest bi lêkolînan kiriye. Heger ev pêvajo li gor dilê me bimeşe, em ê kooperatîfê di 8'ê Adarê de ava bikin. Rewşa aborî ya jinên tên vira nebaş e. Ji ber ku pêdiviya wan pê heye tên. Ez dixwazin jin di warê aborî de azad bin. Wisa bawer dikim em jinên pêrtagî em ê karine mezin bikin. Em ê xebateke wisa bikin ku ji bo jinan hemûyan bibe îlham."    MA / Semra Tûran