Hîn jî 14 cenaze nehatine dîtin: Min çi dît û çi nedît 2019-12-11 09:22:27 ŞIRNEX – Hîn jî cenazeyê 14 kesên ku 4 sal berê di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, nehatine dîtin. Tenê daxwazeke malbatan heye, ew jî kêlikeke gorên zarokên wan hebe. Dayika ku li cenazeyê keça xwe Hacer Aslanê digere, got: "Min çi dît û çi nedît."  Di ser qedexeya derketina derve ya li Cizîr a Şirnexê re 4 sal derbas bûn. Li navçeya Cizîrê, di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rpjan dewam kiribû. Di dema vê qedexeyê de li jêrzemînên sê avahiyan 177 kes bi saxî hatibûn şewitandin û kuştin.Li gorî agahiyên ku malbatan dane û li gorî serlêdanên wan, di dema qedexeya 79 rojan de 288 kesî jiyana xwe ji dest daye. Di vê pêvajoyê de hin cenaze tevlîhev hatin kirin û wisa hatin veşartin, hin jê jî piştî 3 salan radestî malbatan hatin kirin.    Lê belê cenazeyên 14 kesan hîn jî nehatiye dîtin. Tê texmînkirin cenazeyê Ferîde Yildiz, Sakîne Dûrmîş, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Sûsîn, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray,  Mûstafa Keçanlû û Emrah Aşkin li 7 bajarên cuda li goristanên bêkesan hatine veşartin.    4 SAL IN LI CENAZEYÊ KEÇA XWE DIGERE!    Dayik Hezne Aslan ku di dema qedexeyê de kurê wê Mehmet Saît Aslan û birayê wê bavê 3 zarokan Selîm Tûray jiyana xwe ji dest dan, hîn jî li cenazeyê keça xwe Hacer Aslan digere. Birayê wê Selîm Tûray, di roja 43'yan a qedexeyê de hat kuştin û cenazeyê wî bi rojan li nav kuçeyê ma. Dayik Aslan ku paşê dibihîse keça wê li jêrzemîna avahiyekê bûye, li morgên Xabûr, Riha û Mêrdînê li cenazeyê keça xwe digere û ji bo DNA'yê xwînê dide. Piştî çend mehan jê re tê gotin ku xwîna wê û cenazeyekî li hev derketiye û dîsa berê xwe dide Rihayê. Lê tê gotin cenaze ne yê keça wê û birayê wê ye, yê kurê wê Mehmet Saît e. Aslan, piştî çend rojan vê carê cenazeyê birayê xwe li morga Xabûrê dibîne. Lê belê 4 sal in cenazeyê keça xwe Hacerê nedîtiye û lê digere.    ŞEWITANDINA JÊRZEMÎNAN    Heznê Aslan, da zanîn ku keça wê Hacer xwendekara lîseya tenduristiyê bûye û dixwest bibe hemşîre. Aslan, got: "Ji ber gulebaran tankê mala me hilweşiya. em mecbûr man biçin mala birayê xwe yê 3 kuçe dûrî me. Di televîzyonê de dihat gotin ku Hacer li jêrzemîna ewil e. Piştî me bihîst her sê jêrzemîn jî hatine şewitandin, wê çaxê min fam kir ku Hacer jî miriye. Pêşî çûm saziya tiba edlî ya li Mêrdînê û mn xwîn da. Li morgê hin wêne rê min dan, lê min Hacerê nedît. Paşê çûm a li Xabûrê û min dîsa xwîn da. Lê min li wir cenazeyê birayê xwe Selîm Tûray dît. Me cenazeyê birayê min wergirt û veşart. Tenê 2 kesan birayê min veşart. Nehiştin tu kes were. Di televîzyonan de ew qas bangawazî hatin kirin. Lê ji bo wergirtina cenazeyê birayê min destûr nedan."    ‘ME ÇI DÎT Û ÇI NEDÎT!    Aslan, anî ziman ku ji bo cenazeyê keça xwe vê carê çûye Rihayê, lê xizmên wê nehiştine li cenazeyan binere û got: "Çûm odeya ku darbest lê bûn. Xizmên min gotin, li darbesta nenêre. Min jî got, hema dest û pî tenê jî mabin ez ê li keça xwe mêze bikim. Paşê bi zor û heft bela bi çaplûkan çûm ber darbestê. Gava min darbest vekir ez çi bibînim; kurê xwe Mehmet Saît!"    ‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'    Aslan, anî ziman ku gava di ser qedexeyê re salek derbas bûye, kaxezek jê re hatiye û gotine "cenazeyê we ne li cem me ye" û got: "Paşê min dîsa daxwaznameyek nivîsand ûs erlêdan pêk anî. Ya cenazeyê keça min avêtin avê an jî di bin avahiyên li ser jêrzemînan hatine çêkirin de ye. Li wir xaniyên nû hatin çêkirin û kesên li wir rûdinên wijdanê wan rihet e! Xwîna zarokên me li wir rijiyaye. Hîn jî ez nikarim biçim Kolana Nisêbînê. Dilê me deyax nake. Lê çi dibe bila bibe ez ê dev ji cenazeyê Hacerê bernedim. Heta sax bim ez ê li cenazeyê wê bigerim. Ez her hefte diçim ser gora kurê xwe û dibêjim, xwexî goreke keça min Hacerê jî hebûna. Hema kêlikeke gora wê jî hebûna û min fatîheyek li ser bixwenda, wê dilê min hinekî rihet bibûna. Ez lê bigerim. Keça min sivîl bû û xwendekar bû. Keça min bêyî min nediçû cihekî jî. Şewitandin, hilweşandin û gotin 'Me ev der ji terorê paqij kir.' Em giş dizanin ku ên hatin kuştin zarokên vî bajarî bûn. Giş mirovên vî welatî bûn. Em ê heta dawiyê li cenazeyê xwe bigerin û dev jê bernedin."    BAJAR BI BAJAR LI CENAZEYÊ HEVJÎNÊ XWE DIGERE    Dayika 7 zarokan Taybet Gokhan jî, di roja 52'yan a qedexeyê de hevjînê wê Osman Gokhan jiyana xwe ji dest daye û 4 sal in li cenazeyê hevjînê xwe digere. Gokhan, li Şirnex, Meletî, Riha, Dîlok, Amed û gelek bajarên din li cenazeyê hevjînê xwe digere, lê heta niha tiştek bi dest nexistiye. Gokhan, çûye kîjan morgê cenazeyên şewitandî rê wê dane lê cenazeyê hevjînê xwe nedîtiye. Bi ser de polîs tên mala wê û jê re dibêjin 'Osman Gokhan li ku ye, qey hê nehatiye?'   Gokhan, got: "Xwedê heqê van 7 zarokên min nehêle. Hevjînê min mir, em li cenazeyê xwe digerin lê hîn jî zextên li ser me bi dawî nebûne. Me doz vekir. Ji bo cenaze me serlêdan pêk anîn. Em cenazeyê xwe dixwazin. Em doza heqê xwe dikin. Heta em nebînin em ê lê bigerin."    MA / Ahmet Kanbal – Mujdat Can