Prof. Dr. Nacaroglû: Bendav ne ji bo enerjiyê, ji bo hincetên stratejîk tên çêkirin 2019-12-11 09:21:58 AMED - Prof. Dr. Arîf Nacaroglû, destnîşan kir ku bendavên li ser çemên Dîcle û Firatê tên çêkirin ne ji bo ceryanê, ji bo hincetên stratejîk tên çêkirin û got, axa Mezopotamyaya bi hezaran salan di bin avê de hatiye hiştin û encamên vê yekê jî li Rihayê dibînin ku her der bûye çol.  Hîndekarê Beşa Endezyariya Elektrîk û Elektronîkê ya Zanîngeha Dîlokê Prof. Dr. Arîf Nacaroglû, bendavên li Mezopotamyayê hatine çêkirin û tên çêkirin nirxandin.    Nacaroglû, destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi enerjiya ceryanê tuneye. Nacaroglû, anî ziman ku ji serdema Suleyman Demîrel heta niha tim tê gotin 'dibe em di tarîtiyê de bimînin' û got, bi vî awayî reşbîniyekê li gel peyda dikin û dibêjin, enerjî bivê nevê ye.    ‘BENDAV NE JI BO ENERJIYÊ NE'    Nacaroglû, bi daxwaza "pêdiviya me bi enerjiyê heye" qad pêşkeşî sermayeyê tên kirin û got: "Polîtîkaya enerjiyê ya giştî ya Tirkiyeyê wiha ye. Lê gava em li herêmê dinerin; mesela heger bi hêza 1200 megavatî Bendava Ilisûyê bê çêkirin wê ji hezarî 8 pêdiviya Tirkiyeyê pêk bîne. Yanî ev tê wateya li xaniyekî hezar odeyî, ceryana 8 odeyan tenê girtiye. Pêdiviya Tirkiyeyê bi enerjiyeke wiha tuneye. Li paş vê israrê tiştekî aşkere heye. Ev yek di civîna MGK'ê de bi awayekî aşkere hat gotin. Yanî tu eleqeya van bendavan bi enerjiya ceryanê tuneye."    Nacaroglû, destnîşan kir ku Bendava Ilisûyê ne ji bo ceryanê, ji bo hincetên stratejîk tê çêkirin.    ‘AV WEKÎ ÇEKEKÊ TÊ BIKARANÎN'    Nacaroglû, got: "Gava mirov li siyaseta niha dinere, helbet av wekî çekekê tê bikaranîn. Ji bo vê mînaka herî berbiçav, peymana avê ya di dema Esad de hat çêkirin ku ji bo Sûriyeyê di saniyeyê de dayîna 500 metrekup av. Yanî bazariyeke wiha heye, 'av a min e û çi qasî bixwazim ew qasî dikarim kaniyê vekim, lê heger tu vî tiştî bikî ez ê bigirim.' Lê êdî cîhan hîn bêtir yek e. Mirov bêyî sînoran jî yekîtiyên watedartir çê dikin. Yanî wisa difikirim tu mirovekî cîhanê wê nehêle ku hin kes ji tîna bimirin. Yanî ez dibêm bi avê gefxwarina li mirovên Mezopotamyaya jêrîn çîrok e. Tu bi vê rêbazê nikarî tu gelî jî dîl bigirî."    WÊ BIBE SEDEMA PIRSGIRÊKÊN ÇANDINIYÊ    Nacaroglû, destnîşan kir ku bendavên li ser çemên Dîcle û Firatê hatine çêkirin û tên çêkirin erdan dikin çol û got, bi bendavên hatine çêkirin jî ji bo îro sibê tê fedakirin. Nacaroglû, got: "Temenekî bendavên hîdrolîk heye. 50-70 sal. Lê ew erdên mezin tên tunekirin. Belkî em nebînin lê 100 sal şûnde wê pirsgirêka mezin a cîhanê erdên çandiniyê be."    Nacaroglû, anî ziman ku lê dîsa jî axa Mezopotamyaya bi hezaran salî di bin avê de tê hiştin û got: "Encamên van bendavan hêdî hêdî xuya dibin; li Riha, Heran, di projeya GAP'ê de û di erdên bûne çol de derdikevin pêşberî me. Yanî ji bo xelaskirina îro, sibeya me tê fedakirin. Bendavên hîdrolîk bi golên avê yên mezin erdên çandiniyê tune dikin. Ev ji bo pêşerojê karesateke mezin e."    Prof. Nacaroglû, bal kişand ser tunebûna qadên çandî û arkeolojîk jî. Nacaroglû, got: "Di pirtûkên pîroz ên ji nivîstekên sumeriyan pêk tên de tê gotin li vira ji xeynî Dîcle û Firatê çemekî mezin ê din jî hebûye. Û ev çemê sêyemîn ziwa bûye, tune bûye. Mixabin wisa dixuyê di nêz de wê Dîcle û Firat jî ji dest mirovan biçe." Nacaroglû, diyar kir ku ev talan bi çêkirina bendavên Firat û Ataturkê dest pê kiriye û got: "Navçeyên mezin ên Semsûrê tunebûn. Bi bendava Bîrecûkê re Xelfetiya mezin çû. Şaristaniyeke 10 hezar salî tunebû. Bajarê Zeûgma yê 2 hezar û 500 salî di bin ava bendava Bîrecûkê de ma."    TEKNOLOJÎ SIYASETÊ TÊKDIŞKÎNE   Nacaroglû, da zanîn ku kêmasiya sereke ya polîtîkayên enerjiyê, ew e ku qîmeta teserifê baş nayê zanîn û got: "Êdî divê mirov jiyana xwe bi enerjiyeke kêm bidomînin û ji bo vê li hin rêyan bigerin. Hikûmet divê pêşengiya vê bikin. Mirov dikarin panelên rojê deynin ser avahiyên xwe û pêdiviyên xwe bi cih bînin. Ji xwe pêşeroj jî ber bi vê ve diçe. Rojavayê cîhanê ji zûv de dest bi vê kiriye. Wisa difikirim em ê jî ber bi vê ve biçin. Çimkî teknolojî, tim û tim siyasetê têkdişikîne. Wê dawî ev be. Wê di pêşerojê de bê dîtin ku mirovê bextewar, mirovê ku enerjiyê kêm bi kar tîne bi xwe ye."    MA / Lezgîn Akdenîz