Dixwazin malbatan bi dayîna kar û pereyan bibin ber avahiya HDP’ê 2019-12-11 09:18:37 AMED – Li Bismilê zarokê malbetekê beriya 10 salan tev li PKK’ê bû. Polîsan di mehekê de 3 car zext li malbatê kiriye ku biçin ber avahiya HDP’ê û beşdarî çalakiyê bibin. Malbatê vê yekê qebûl nekir û pişt re jî teklîfa kar û pereyan li malbatê kirine.  Hin malbat di 3’ê îlonê de bi angaşta PKK’ê zarokên wan derxistiye serê çiya li ber avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatên esker û polîsên di demên cuda de ji aliyê PKK’ê ve hatin desteserkirin jî beşdarî van malbatan bûn. Ji wê rojê heta niha tenê çend malbat mane û vê çalakiyê birêve dibin. Malbat fikirîn ku dê ev bendemayîna wan encam nede û yek bi yek dawî li çalakiya xwe anîn. Esker û polîs ji bo ku malbat çalakiya xwe dewam bikin ketine nava lêgerînên nû. Hin malbatên ku bi salan berê zarokên wan tev li PKK’ê bûne rastî tacîza emniyetê tên. Hin kesên li ser navê emniyetê li malbatan digerin wan aciz dikin. Ev kes dixwazin malbatan bibin ber HDP’ê û beşdarî çalakiyê bikin. Dema ku xwesteka van kesan paş ve tê zivirandin vê carê jî serî li teklîfa kar û pereyan didin.    TEKLÎFA KAR Û PEREYAN LI MALBATÊ DIKIN    Ev kesên xwe wek polîsan didin nasîn di mehekê de 3 caran malbata endamek PKK’ê ku beriya 10 salan tev li bûye tacîz kirin. Van kesan zextan li malbatê kir ku biçin ber HDP’ê beşdarî çalakiyê bibin. Tevî zextan jî malbatê xwesteka wan paşde zivirandin û ev yek têrê nekir van kesan vê carê jî teklîfa kar û pereyan li malbatê kirin.    MALBAT DIXWAZE EV ZEXT BI DAWÎ BIBE    Malbatê diyar kir ku polîs bi komên 4 kesî bi maşîneyên zirxî çûne mala wan û malbatê xwest ev zexta li ser wan bi dawî bibe.    Li aliyê din hin kesên xwe li ser navê Wezareta Karê Navxweyî didin nasîn jî li malbatên zarokên wan tev li PKK’ê bûne digerin û teklîfa kar û pereyan li wan dikin.