Barhilgirên Wanê ji serê sibê heta êvarê li benda kar in 2019-12-11 09:17:54 WAN – Li Wanê barhilgir ji bo debara malbata xwe bikin tevî hemû sir û seqema dijwar bi saetan li kûçe û kolanan li benda kar in. Barhilgir dibêjin ku rojê bi 20 lîreya dizivirin malên xwe.  Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyê her roja ku diçe hejmara bêkaran zêde dibe. Li Wanê jî her ku diçe bêkarî zêde dibe. Li Wanê barhilgir ji serê sibê heta êvarê çav li rê ne ku barek derkeve û bixebitin. Her roja ku diçe hejmara van barhilgiran zêde dibe û zêdebûna hejmara van barhilgiran balê dikişîne ser xwe. Ev barhilgir ji bo debara malbatên xwe ji serê sibê heta êvarê tevî sir û seqema dijwar li kolan û kuçeyan li benda barekî ne ku derkeve û bixebitin. Ev barhilgir gelek rojan bêyî ku tu qezencê bikin an jî bi 20 lîreyan vedigerin malên xwe.    'TEVÎ HALÊ XWE NEXWEŞ JÎ DIXEBITIM’    Ji barhilgiran Meram Oztunç da zanîn ku 30 sal in ew vî karî dike û got: “Tekane çavkaniya debara min ev erebeya min a barhilgir e. 7 zarokên min hene. Ez pêdiviyên wan dabîn dikim. Roj heye ez 15 lîre qezenc dikim. Em neçarin debara xwe bi vî pereyê kêm bikin. Carna ez 10 lîre jî qezenc nakim. Dabînkirina debara malbatekî êdî pir zor bûye. Hem ez ji milê xwe hem jî ez ji piyê xwe aciz im. 3 meh berê ez li nexweşxaneyê razam. Ez bi vî halê xwe yê nexweş dixebitim.”    Oztunç anî ziman ku karê wan gelek zor e û got: “Ji ber ku gelek sar e, dema ez diçim sûkê û têm gelek zehmetiyan dikişînim. Lê belê ji bo ez debara malabata xwe bikim neçar im bixebitim.”    JI BO 20 TL’YÎ ROJÊ 12 SAETAN DIXEBITE    Abdlulkerîm Ersoz jî da zanîn ku 14 sal in ew karê barhilgiriyê dike û wiha got: “Ez ji bo malbata xwe vî karî dikim. Malbata min 7 nefer e. Wek din cihek qezenca min jê were nîne. Tenê di destê min de ev erebok heye. Ez debara malbata xwe bi vî karî dabîn dikim. Rojê 20-25 lîre pere qezenc dikim. Ev pere jî dikevin ber mesrefên malê. Serê sibê ez saet di 07.00’an de dest bi kar dikim. Heta êvarê li vir im. Ez 12 saet dixebitim. Zivistanê karê me gelek zor e. Çimkî kar tune ye. Tenê daxwazek min heye ew jî ku karek min ez dikaribim debara malbata xwe pê bikim hebe.”    'BI ZEHMETÎ DEBARA MALBATÊ DIKIM’    Abdulmenaf Kenan ê 6 meh berê ji Colemêrgê koçî Wanê kiriye jî diyar kir ku serê sibê ew saet ji 06.00’an heta 21.00’ê êvarê barhilgiriyê dike û gelek rojan li benda kar disekine. Ez bi vî pereyê kêm debara malbata xwe dikim. Ez bi zehmetî debara malbatê dikim. Pereyê ez qezenc dikim têra kirêya malê nake. Jixwe kar jî tune ye. Em di nava tengezariyên mezin de ne.”