Definkirina cenazeyan û şîn li kurdan qedexe ye: 24 cenaze bê merasim defin kirin 2019-12-11 09:17:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Îsal 24 malbatên kurd ku xwestin cenazeyên zarokên xwe li gorî bawerî, çand, kevneşopî û nirxên civakî defin bikin rastî astengiyên rayedarên dewletê hatin. 24 malbatan hinek ji wan cenazeyên wan hatin revandin, hinek ji wan jî hem cenazeyên wan hatin revandin, hem jî destûr nedan konê şînê deynin û sersaxî li malbatan qedexe kirin.    Bi salan e malbatên Kurd ên dixwazin li gorî kevneşopiyê cenazeyên xwe defin bikin rastî astengî û êrîşan tên. Di 11 mehên 2019'an de 24 malbatên Kurd ên xwestin li gorî kevneşopî û çanda xwe cenazeyên zarokên xwe defin bikin rastî astengiyê polîs û eskeran hatin. Hin cenaze piştî demek dirêj li çoltarê li erdê man û şûnde, teslîmî malbatan kirin. Hin cenaze jî bi hefteyan di morgên nexweşxaneyan de man û şûnde teslîmî malbatan kirin. Dozger, polîs û eskerên ku cenazeyên teslîmî malbatan kirin jî di bin dorpêçê û bêyî merasima olî bi tevlêbûna çend kesan defin kirin. Polîs û eskerên ku destûr nedan 24 cenaze li gorî pîvanên civakî û olî bên definkirin, şîna 12 malbatan jî asteng kir û destûr nedan xizm û dostên wan malbatan ziyaret bikin.    Qabîle û civakan ji destpêka mirovahiyê heta niha her dem ji bo zayîn, zewac û mirinê merasim li dar xistine. Ji bo zayînê şahî, ji bo zewacê dawet û ji bo mirinê şîn li dar xistine. Li gorî her netewe û baweriyekê merasim bi çandek cuda tê li dar xistin. Ev çanda şahî, merasim û şînan di lêkolînên arkeolojîk de jî nîşanî me dide. Li gorî belge û kîtabeyên antîk nîşanî me dide ku di demên cuda û civakên cuda de merasim her dem hatiye guhertin û tiştekî nû li xwe zêde kiriye. Di civakên Grek û Roma de wateyek mezin û pîroz li mirî û mirinê dikin. Ji ber vê yekê merasimên mezin li dar dixin. Di dîrokê de gora herî ewil ku derketiye holê beriya niha 80- 90 hezar sal berê ya serdema Mousterien aydî mirovên Neandartal in. Gorên ku di serdema neolotîk de jî li Şikeftên Hîllar ên Amedê, li herêma Newala Çorî ya tenişta çemê Firatê, Çiyayê Torosan a civaka Levanta û gorên li Çatal Hoyuk ên Konyayê hatine dîtin, jiyan, çand û dîroka mirovahiyê nişanî me dide. Di Hînduîzmê de jî wekî merasima dawî tê pênasekirin. Di baweriya Hinduyan de merasima cenaze ku tê li dar xistin hurmeta li hemberî mirî nîşan didin. Ji bo ruhê mirî bi hêsanî ji bedena wî derkeve merasimekê li dar dixin. Di çanda hînduyan de pişti mirinê her beden tê şewitandin. Ji bo cenaze bi axê re zû bibe yek dişewitînin.    Tirb, gor ango mezel; ji bo her mirovî cihekî pîroz û nirxê civakê ye. Di her civakê de cihê gor û goristanan taybet e. Gor, bi zimanê tirkî mezar, kabîr, di zimanê erebî de makbek tê gotin. Bi farisî jî mezârât, kabristân, gûristân tê gotin. Di sureya Kuranê ya (et-Tekâsür 102/2) û hedîseya (Wensinck, el-Muşcem'ê de tê wateya ziyaretê. Ji bo kurdan jî gor û goristan koka sulaleyê ye û bîra civakê ye.    LI GORÎ ZAGONAN   Rêziknameya têkildarî guhertina karê defin û neqilkirina cenaze û cihê avakirina goristanê di 16'ê Çileya 2016'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi vê fermandariya ku bi KHK’yan û rêveberiya dewletê hat weşandin, di rêziknameya Saziya Tipa Edlî, cihê avakiria goristanan, karê neqilkirin û definkirina cenazeyan de guhertin hatin kirin. Piştî vê guhertinê rayedarên dewletê, êdî erk di xwe de dîtin ku cenazeyan birevînin û bêyî agahî malbatan cenazeyan defin bikin. Waliyekî bajar ango Qeymeqamekî navçeyê dikare bi îdîaya "Teslimkirina malbatê dê zerarê bide" cenaze nede malbatê. Bi vê guhertinê ger ku malbat cenaze bigire jî divê di nava 24 saetan defin bikin. Ger ku defin nekin jî walî û qeymeqamî dikare cenaze desteser bike û bêyî agahiya malbatê defin bikin.   Li gorî çavkaniya pirtûka pîroz Tevradê her civak û malbat xwedî mafe ku kengî û li ku bixwazin dikarin cenazeyê xwe li gorî bawerî, çand û kevneşopiya xwe defin bikin. Hem li gorî zagonan hem jî li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) mafê definkirinê tîne ziman. Li gorî xala 17'emîn a Destûra Bingehîn, îşkence û ezîyeta li cenaze hatiye qedexekirin. Li gorî xala 20'an jî mafê jiyana taybet divê bê parastin. Dîsa DMME jî ferz dike ku hurmetê nîşanî jiyana taybet kes, malbat û cemaweriyê bidin.    Di sala 2019'an de 24 cenazeyên ciwanên Kurd li dijî qanûn, pîvanên olê îslamê û nirxên civakê hatin defin kirin. Piştî 24 cenaze di bin dorpêç û qedexeyan de hatin definkirin jî şîna 12 malbatan hat astengkirin û destûr nedan malbat konê şînê dînin. Dîsa gorên ciwanên Kurd rastî êrîşan hatin. 267 cenazeyên ku disala 2017'an de ji Goristana Xerzanê derxistibûn, cenazeyê 262 kesan li Goristana Bêkesan a Kilyosa Stenbolê defin kirin.    ÇEND BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ CENAZE Û ŞÎNA MALBATAN WIHA NE:    * 08 Kanun 2019: Cenazeyê Murat kaya yê di 6'ê Kanûnê de li Gundê Mûşiyan a Dutaxa Agiriyê di serdegirtina eskeran de hat kuştin şevê din di bin dorpêça eskeran de hat definkirin.    * 03 Kanûn 2019:  Polîsan destûr nedan ku malbata Emîne Aslan Aydogan a li Girtîgeha Rihayê girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bi girseyî defin bikin. Piştre destûr nedan konê şînê dînin.     * 06 Mijdar 2019: Serokê Rêxistina BDP’ê yê Bajarokê Lîzê ya navçeya Kopa Mûşê Aydin Kaya di 6’ê Hezîrana 2012’an de li Girtîgeha Mûşê krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Li ser kêlika gora Kaya nivîsa “Em te ji bîr nakin” hatibû nivîsandin. Li ser daxwaza dozgeriyê di 29’ê cotmehê de esker çûn goristanê û kêlika gora Kaya şikandin û li gel xwe biribûn.     * 04 Mijdar 2019: Li gundê Sitîlîlê yê girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 17’ê tîrmeha 2017’an de di pevçûnek navbera HPG’ê û eskeran de endamê HPG’ê Mahsum Polat (26) jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê piştî 2 salan cenazeyê kurê xwe wergirt. Polat piştî jiyana xwe ji dest da li Goristana Bêkesan a Mêrdînê tê veşartin. Malbat ji bo cenaze bigirin nimûneya xwînê dan. Xwîna DNA’yê piştî mehan bi encam bû û malbatê ji bo wesiyeta zarokê xwe bicih bîne xwest cenaze bibe li Goristana Hecaaca Nisêbînê veşêre. Lê polîsan destûr neda cenaze li Goristana Hecaca bê veşartin. Saleke malbat hewl dide wesiyeta zarokê xwe bicih bîne lê hemû hewldanên wan bêencam man. Li ser vê yekê malbatê di 1’ê mijdarê de cenazeyê kurê xwe bir gundê Çalê yê Nisêbînê û li goristana gund veşart.    * 15 Kanun 2019: Hat zanîn ku 262 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û nêzî 2 sal in li ATK’a Stenbolê dihatin rawestandin di adara 2019’an de li Goristana Bêkesan a Kilyosa Stenbolê hatine definkirin.    * 15 Kanun 2019: Mahmût Dîndar, piştî 18 rojan şûnde cenazeyê kurê xwe yê HPG’î Ugurcan Dindar wergirt û li Wanê defin kir. Dema bav Mahmut Dindar cenazeyê kurê xwe Ugurcan defin kir, polîsan li ser gorê Bav Mahmut Dîndar binçav kirin.    * 3 Cotmeh 2019: Cenazeyê endamê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) piştî 49 rojan radestî malbata wî kirin. Malbatê di şeva 29'ê îlonê de cenazeyêkurê xwe li Bismilê defin kirin. Polîsan bi fermana Wezîrê Karên Hundir destûr nedabû ku malbat li ber deriyê xwe şînê dîne   * 2 Cotmeh 2019:  Ji ber ku cendirmeyan destûr neda konê şînê vede, malbata Muslum Gunduzalp ê PKK'î ku li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû, serxweşiyê li mala xwe qebûl kir. Di 7'ê Îlonê de li Herêma Omeryan a Mêrdînê, di navbera leşker û PKK'iyan de şer derketibû û Muslum Gunduzalp ê PKK'î jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Gunduzalp, ji bo serxweşiyê li gundê Tirkak ê navçeya Pirsûs a Rihayê şîn danî. Lê eskeran destûr neda şînê.    * 30 Îlon 2019: Gora Mahmût Alinbay ê HPG’î yê di 23’yê Hezîranê de li Dersimê jiyana xwe ji dest da û di 25’ê Hezîran 2019’an de li navçeya Pîran a Amedê hat definkirin, di nava 98 rojan de 6 caran hat rûxandin. Polîs, leşker û cerdevan di salên dawî de bi awayekê pir zêde êrîşî goran dikin û di rûxînin.    * 27 Îlon 2019: Polîsan bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu destûr nedan malbata Endamê HPG’ê Muhammet Emin Demîr (Denîz Agirbaz) ê şevê din li Goristana Bismilê defin kirin, li hewşa mala xwe şînê dînin. Malbata Demîr piştî cenaze defin kirin, xwestin li taxê konê şînê vedin. Lê ji ber polîsan destûr nedan malbat konê şînê vedin, li mala xwe şîn danîn.    *24 Îlon 2019: Cenazeyê endamê HPG'ê Muhammet Tara (Avareş Amed) ku di 18'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 37 rojan radestî malbata wî hat kirin. Polîsan goristan dorpêç kir û tenê hiştin ku ferdên malbatê cenaze veşêrin.    * 18 Îlon 2019: Cenazeyê endamê HPG'ê Mîkdat Orde (Harûn Delal) ku di 6'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 43 rojan radestî malbata wî hat kirin. Malbatê cenaze di bin dorpêça eskeran de defin kirin.    * 5 Îlon 2019: Polîsan di 21'ê Tîrmehê de li navçeya Rezan a Amedê bi ser malekê de girtibûn û di malê de Mucahît Yilmaz kuştibûn. Malbatê piştî 46 rojan cenazeyê Yilmaz ê li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê  wergirtin û li Gundê Zonê yê Artukluya Mêrdînê defin kirin.    ** 13 Tebax 2019: Welat Çetîn, di 28'ê Tîrmehê de bi Omer Davûr Orak re li navçeya Gever a Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbat di 5'ê tebaxê rojê de çûbûn Colemêrgê û cenazeyê kurê xwe teşhîs kiribû. Malbat piştî ku mînaka xwînê dan cenazeyê kurê xwe girt û li Bismilê veşart. Bi hinceta biryara qaymeqamiya Bismilê destûr nehat dayîn ku malbat şîna kurê xwe li mala şînê deyne. Piştre destûr nedan şîna kurê xwe li hewşa mala xwe jî dîne. Li ser vê yekê malbata Çetîn şîna xwe li hundirê mala xwe danî.   * 6 Tebax 2019: Li Gundê Cengiza yê Navçeya Tetwanê ya Bedlisê di 27'ê Tîrmehê de di operasyona hewayî de endama HPG'ê Ayşe Başaran jiyana xwe ji dest da. Malbata Başaran cenaze ji Tetwanê girtin û anîn navçeya Farqînê ya Amedê.  Malbatê li Gundê Etşa yê Navçeya Farqînê ya Amedê di bin dorpêça eskeran de defin kirin. Eskeran destûr nedan ku malbatê ji bo cenaze mala şînê veke. Malbatê li mala xwe şîn danîn û sersaxiyê li mala xwe qebûl dikin.   * 25 Tîrmeh 2019: Malbata endama HPG’ê Ecet Akay (Xelîl Çiyazan) a di 27’ê Tîrmehê de, li çoltera gundê Cangiza ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê pêk hat de jiyana xwe ji dest da, li goristana Karşiyaka ya Tetwanê hat definkirin û destûr hat dayîn tenê ferdên malbatê beşdarî beşdarî merasîma cenaza bibin.    * 18 Tîrmeh 2019: Cenazeyê Halîs Çoşkûn ê hat îdîakirin ku li Girtîgeha Tarsûsê dawî li jiyana xwe anîn, hat definkirin. Polîsan destûr nedan ku konê tezîyê yê Coşkûn bê vedan.    * 25 Hezîran 2019:  Cenazeyê endama YPS'ê Hazal Aslan ku dema qedexeyên derketina derve ya Cizîrê hat şewitandin û kuştin, piştî 40 mehan hat teşhîskirin û hat definkirin. Malbata Aslan piştî ku cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a Rihayê derxist, bir navçeya Rêya Amûşê ya Wanê li Goristana Yenîmahelleyê veşart. Polîsan tenê destûr dan ku malbata Aslan beşdarî cenaze bibin. Piştî veşartina cenaze girseya ku li hev kom bûbû jî ji hev belav bû.    * 22 Gulan 2019: Cenazeyê Huseyîn Ecer ku dema qedexeya derketina derve ya Hezexê jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan teslîmê malbata wî hat kirin. Cenaze Ecer ji Gora Bêkesan a Rihayê hat derxistin û li Cizîrê hat definkirin. Tene destûr dan ku malbat beşdarî mesima cenaze bibe.    * 17 Gulan 2019:  Cenazeyê Nevaf Kortak ê HPG'î ku polîsan nehişt wecîbeyên olî pêk bên hat veşartin. Kortak, di pevçûna 2'yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Malbat di 13'ê Gulanê de ji Bismila Amedê çû Meletiyê û cenazeyê Kortak wergirt û anîn Bismilê. Cenaze 6 saetan dereng anîne Bismilê. Di rê de ferdên malbatê tim hatine sekinandin û nasnameya wan hatiye kontrolkirin. Polîsan bi wesayîtên zirxî mizgeft dorpêç kiriye û astengî ji malbatê re derxistin. Paşê ferdên malbatê û meleyek cenaze şûştiye. Lê belê ji ber zext û zoriyên polîsan wecîbeyên olî tam pêk nehatine û cenaze li Goristana Akpinarê hatiye veşartin.    * 6 Nisan 2019:  Polîsan şîna malbata Pamay a ji bo Mahsun Pamay ê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, li Mizgefta Ser Surê danîn, asteng kirin. Mahsûm Pamay ê 22 salî li Girtîgeha Tîpa Tîpa T- 1 a Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anîbû. Cenaze li navçeya Cizîr a Şirnexê defin kirin. Malbatê Mizgefta Ser Sûrê ya Taxa Dagkapi şîn  danî û polîsan şin asteng kir. Polîs piştre şîn li malê jî asteng kir.    * 3 Nîsan 2019: Malbata Yuksek, cenazeyê kurê xwe Siraç Yuksek ê li girtîgehê tecrîd şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî li navçeya Nisêbînê defin kirin. Polîs û eskeran tenê hişt ku malbat tev li merasima cenaze bibe.    *27 Adar 2019: Medya Çinar li Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 25'ê Adarê de çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Medya Çinar bi şev li gundê Mergîk ê Qosera Mêrdînê defin kirin. Eskeran ketin û derketina gund qedexe kirin û destûr nedan kesek beşdarî merasima cenaze bibe. Eskeran destûr nedan malbat konê şînê dînin û dest danîn ser konê şînê.    * 25 Adar 2019: Cenazeyê Zehra Saglam a ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan li Girtîgeha Oltû çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da di bin dorpêç û xedexeya polîs û eskeran de spartin axê. Eskeran parlamenter asteng kirin û tenê destûr da ku malbat beşdar bibin.  Eskeran hefteyekî gundê Xinzorê yê Gimgima Mûşê dorpêç kir û destûr neda şandeya HDP, HDK û DBP’ê biçin teziya Sehra Saglam.    * 24 Adar 2019: Polîsan dest danî ser cenazeyê Ayten Becet ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê dawî li jiyana xwe anî. Midûriyeta Polîsan ê Stenbolê li malbatê geriya ew ê saet di 20.40'î de cenaze bişînin Balafirgeha Dîlokê. Polîsan piştî cenaze ji malbatê revandin û şandin Dîlokê, şert dan pêş malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin.  Malbatê ligel dayik Fatma Beçet û bav Sabri Beçet bi tevlêbûna 20 kesan bi zimeran di tariya şevê û dorpêça ezkeran de cenaze defin kirin. Polîsan piştre destûr neda malbat konê şînê jî dîne.    * 18 Adara 2019: Polîsan bi zorê û bêyî destûra malbatê cenazeyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, ji Stenbolê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoy di bin dorpêça maşîne û polîsên zirxî de defin kirin. Polîsan destûr nedan ku wekilên HDP'ê jî biçin ser gorê.    MA / Mehmet Alî Ertaş