Polisê ku Mazlûm Kaynak kuşt 10 sal ceza girt 2019-12-10 16:44:37   SAKARYA - 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma Sakaryayê, cezayê pere ku ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Skaryayê ve li polis Nufer Yilmaz ê ku Mazlûm Kaynak kuştibû hatibû birîn, rakir û ji sûcê "mirina encama birîndariya bi zanebûn" 12 sal ceza lê birî. Dadgehê bi hinceta halê beş ceza daxist 10 salan.    Mazlûm Kaynak, di sala 2015'an de bi gumana diziyê hatibû binçavkirin. Di 14'ê Tebaxa 2015'an de bi angaşta ku hewl dabû ji edliyeya navçeya Karasû ya Sakaryayê bireve, ji aliyê polisê bi navê Nufer Yilmaz ve hatibû kuştin. 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Skaryayê, ji ber vê yekê 22 hezar û 680 TL cezayê pere li Yilmaz birîbû. Cezayê ku hatibû birîn weke 24 taksît hatibû dabeşkirin. Heyeta dadgehê, di 21'ê Adara 2019'an de diyar kir ku Yilmaz bi zanebûn kaynak nekuştiye, dema ku peywira xwe pêk aniye sînorên xwe derbas kiriye.    Ev biryar ji aliyê parêzerên Kaynak ve li 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma Sakaryayê hat îttîraz kirin. 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma Sakaryayê, biryara xwe têkildarî îttîrazê aşkera kir û cezayê pere ku ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Skaryayê ve li polis Nufer Yilmaz hatibû birîn, rakir û ji sûcê "mirina encama birîndariya bi zanebûn" 12 sal ceza lê birî. Dadgehê bi hinceta halê beş ceza daxist 10 salan.  tildi.