Hunermend Yilmaz Çelîk girtin û şandin girtîgehê 2019-12-10 15:59:59   DERSÎM – Hunermend Yilmaz Çelik ku di 8'ê Kanûnê de hatibû binçavkirin, sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê biryara girtina Çelîk da û şand girtîgehê.    Polîsan Hunermend Yilmaz Çelîk, di 8'ê Kanûnê de binçavkirin û birin midûriyeta polîsan. Piştî lêpirsînê Çelîk sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgeha Cezayê Sulhê jî piştî li îfadeya Çelîk guhdar kir, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kiriye" biryara girtinê da û şandin girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê.