Ji rêxistinên mafan daxuyaniya hevpar: 2019 salan bû sala binpêkirina mafan 2019-12-10 15:50:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD, TÎHV rêxistinên hiqûqê û rêxistinên civakî, bi minasebeta hefteya mafên mirovan li gelek bajaran daxuyaniyên hevpar dan. Parazvanên mafên mirovan diyar kirin ku sala 2019'an di tundiya li ser jinê, îşkenceya giran, muameleya xerab, binpêkirina mafê jiyanê û zextên li ser azadiya raman û çapemeniyê de, bû sala herî giran a binpêkirina mafan.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan, (ÎHD, Vakfa Mafên Mirovan (TÎHV), Baro û rêxistinên civakî, bi minasebeta 10 – 17'ê Kanûnê hefteya mafên mirovan li gelek navendan daxuyaniyên hevpar dan çapemeniyê. Li amedê ÎHD, TÎHV, Odeya Tabîban, Înîsiyatifa HEQ, li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşuyolu, daxuyaniya hevpar dan. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alökmen Uyanik û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Parazvanên mafên mirovan bi sernavê “Mirov bi mafê xwe mirov e" daxuyanî dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun daxuyanî da. Zeytun, diyar kir ku di 28'ê Mijdara 2015'an de parazvanê mafên mirovan Tahîr Elçî li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin û 4 sal barî lê hêj kujer nehatiye dîtin û darizandin. Zeytûn, anî ziman ku li Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan di bin tundî û gefên mezin de ye û wiha got: "Mafê civakê yê bingehîn û jêveneger mafê azadiya îfade û azadiya ramanê ye. Lê otorîteya îqtîdarê û biryarên darazê edaletê tune diuhesibîne. Li Tirkiyeyê qada darazê di bin hukmê siyasetê de ye. Bêaliya xwe winda kiriye. Bi taybetî kesên li ser medya civakî fikrên xwe parve dike bi îdîa û hincetên “endamtiya rêxistinê" “alikariya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê" tên tawanbarkirin û cezakirin."    'TECRÎD BINPEKIRINA MAFAN E'    Zeytûn, destnîşan kir ku di 11 mehên 2019'an de bi giştî 840 kesên rastî lêdan, îşkence û binpêkirina mafan hatin serî li komeleyê dan û wiha got: "422 kes di heman salê de dîsa rastî tundî û muameleya xerab hatine. Civîn meş û xwepêşandan bi biryara walîtiyê hatin qedexekirin. Bi vê yekê rê li pêş demokrasiyê hatiye girtin. Îşkence û muameleya xerab zêde bûye. Mirov rastî sirgûnê hatin, mafê tenduristiyê hat binpêkirin. Rastî tecrîd û cezayê dîsîplinê hatin. Li girtîgehan tecrîd binpêkirina mafan e. Sedema hemû îhlalan neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ger ku li Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan tê îhlalkirin sedema vê yekê ne çareseriya pirsgirêka Kurd e."    ÊLIH    Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li ber avahiya şaxa xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parêzvanên mafê mirovan pêşmalkên ÎHD’ê li xwe kirin û dowîzên “Li ser vê axê ji bo wekhevî, azadî, demokrasî û mafê mirovan pêdivî bi aştiyê heye” hildan. Parêzvanên mafê mirovan li Êlihê piştî biryara qedexekirina çalakî û daxuyaniyan a Walîtiya Êlihê ev bû salek û nîv şûn ve derketin derve daxuyanî dan. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê parêzer Devran Yildiz bipêkirinên mafan ên qewimîn vegot.    ÎZMÎR    Şaxên ÎHD’ê, TÎHV,  OHD û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem jî bi wesîleya rojê li avahiya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê saziyan endamê rêveberiya TÎHV’ê Coşkun Ustercî daxuyanî xwend. Ustercî behsa dane û qewimînin binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê kir û got: “Di sala 2019an de binpêkirina mafan mohra xwe li rojevê da. Ji bo k udi siberojê de binpêkirina mafan pêk neyê û ji bo jiyanek hevpar em ê bêtir di nava hewldanan de bin. OHAL’a mayîndekirî didome. Pêkanînên wê didomin. OHAL’ê bandorek neyînî li ser deh hezaran însan kir. Her ku diçe bandora OHAL’ê didome.”    4 HEZAR Û 481 ÎNTÎXAR    Ustercî bi sernavên mijaran binpêkirina mafan vegot û got li Tirkiyê di 11 mehên sala 2019’an de hezar û 606 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Ustercî anî ziman ku ji ber şertên debara jiyanê ango problemên aborî di serdema navbera 2002’an û 2018’an de 4 hezar û 481 kesî bi întîxaran dawî li jiyana xwe aniye. Ustercî derbarê tundiya li dijî jinan, îşkenceya giran û muameleya xerab, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, zextên li ser azadiya çapemeniyê û ramanê û derbirînî û şertên penaber pê re rû bi rû dimînin daneyan parve kir.    STENBOL    Şaxên ÎHD, TÎHV jî bi heman armancê li qada Beyazitê daxuyanî dan çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan li qadê dowîzên "Her kes cuda ye, her kes wek hev e", "Îşkence sûcê mirovahiyê ye", "Ya esas jiyan e", "Faîl diyar in, winda li ku ne", "Aştî hema niha" rakirin. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbole Prz. Gulseren Yolerî rapora binpêkirina mafan aşkere kir û wiha got: "Her çend pêkanîna OHAL'ê di 19'ê Tîrmeha 2018'an de bi dawî bûbe jî, di 31'ê Tîrmeha 2018'an de xala hêjmar 7145'an a OHAL'ê ji aliyê Serokomar Erdogan ve hat erêkirin û bi vê yekê OHAL mayinde kirin. Bi KHK'an 125 hezar û 678 peyvirdarê cemaweriyê ji kar hatin derxistin. Bi giştî 131 hezar û 922 kes der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. 2 hezar û 761 saziyên cemaweriyê hatin girtin. 126 hezar û 200 kesan seri li komîsyonê dan. Komisyonê  81 hezar û 100 kes qebûl kir, 83 hezar û 900 kes jî red kir. Bi giştî der barê 92 hezar kesan de biryar hatiye dayîn.    3 HEZAR Û 200 KES LI DIJÎ TECRÎDÊ KETIN GREVÊ    Yolerî, destnîşan kir ku ji ber tecrîdkirina li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome, pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin û li dijî tecrîdê 3 hezar û 200 kes ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Divê berî her tiştî îqtîdar ji dil ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên demokratîk û çareseriyê bavêjin. Me her dem parast ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasî û aştiyane bê çareserkirin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi lez şer bi dawî bibe."    Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci jî bal kişand ser dîroka mafên mirovan û wiha got: “Em di vê sedsalê de rastî tundiya li ser mafên mirovan hatin. Ferasta xwest hemû mafan binpê bike, şerm pêş xist û em bûn şahidê vê şermê. Berxwedan û piştevanî girîng e. Divê em piştevaniyê xurt bikin. Divê berxwedan li ku hebe em li wir bin. Em cîhanek mirov karibe lê bijî xeyal dikin."    EDENE   Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li Parka Heykellî daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta "Mafên mirovan dê qezenç bike" vekirin û daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Prz. Îlhan Ongur, diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafan di asta herî jor de ye.    MÊRSÎN    Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li Parka Zarokê Azad daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Daxwaza aştiyê heq e, axaftin azadiya ramanê ye." vekirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Hakki Demîr daxuyanî da û diyar kir ku di danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de jî tê xwestin ku aştî, edalet, wekhevî, azadî û rûmeta mirovan bê parastin. Piştre li pêş Postexaneya Navendî kartên piştevaniyê ji girtiyan re şandin.    ÎSKENDERÛN    Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderun a Hatayê jî li Bazara Bitê daxuyanî da. Serokê Şaxa ÎHD'ê Coşkun Selçuk, daxuyanî da û xwest mafê mirovan ê li ser esasê aştî, demokrasî û mafên mirovan bê pêşxistin.    COLEMÊRG    Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê civîn li avahiya komeleyê li dar xistin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Necdet Korkamaz daxuyanî da û diyar kir ku bi zagonan OHAL mayine kirine.    DERSIM   Şaxa ÎHD’ê ya Dersimê jî têkildarî rojê li ber Peykerê Mafê Mirovan daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Gurbuz Şahîn daxuyanî da û bal kişand ser binpêkirina mafan ên li bajarên herêmê û tevahiya Tirkiyê û ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin dê têkoşîna xwe bidomînin.    RIHA    Baroya Rihayê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapmeniyê. Nûnerên saziyên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel daxuyanî da û anî ziman ku her çiqas OHAL di 2018’an de hatibin rakirin jî lê pêkanînên rejîma OHAL’ê di dewrê de ne û bi vê yekê re îqtîdara siyasî ji sînorên destûra bingehîn dûr e û pêkanînên kêfî li ser hev pêk tên. Oncel diyar kir ku îqtîdar li hundir û derve ji xwe re polîtîkayên tundiyê esas digire û ev polîtîka di sala 2019’an de bûn sedemên binpêkirina mafan. Oncel anî ziman ku ji ber Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de nêzî milyonek însan mexdûr bû û mirinên sivîl zêde bûne. Oncel got ew ê li gel hemû qewimandina neyînî ya li ser mafên mirovan jî dê li dijî binpêkirina mafan têkoşîna xwe bidomînin û parastina mafê mirovan bikin.    SEMSÛR    Şaxa ÎHD’ê ya Semsûrê jî bi beşdariya endamên xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa ÎHD’ê Bulent Temel di civînê de axivî û da zanîn ku îşkence û muameleya xerab li Tirkiyê di rojevê de ye û binpêkirina mafan li girtîgehan didome û her ku diçe rewşa girtiyên nexweş giran dibe.Temel anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin û banga rawestandina pêvajoya şer dikin.