Li Amedê wê mîtînga ‘Aştî û Demokrasiya Civakî’ bê lidarxistin 2019-12-10 15:48:57   AMED - Platforma Ked û Demokrasiya Amedê, wê di 22’yê Kanûnê de , li Qada Îstasyona Amedê mîtînga “Aştî û Demokrasiya Civakî” li dar bixe.    Platforma Ked û Demokrasiya Amedê, wê di 22’yê Kanûnê de, li Qada Îstasyona Amedê mîtînga “Aştî û Demokrasiya Civakî” li dar bixe. Mîtîng wê saet 12.00’an dest pê bike.    Endamên platformê, berî mîtîngê li avahiya Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Senê Abbas Şahîn di civînê de axivî û bal kişand ser 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê.    Şahîn, diyar kir ku li Tirkiyeyê mafê mirovan tuneye û wiha got: “Ev 40 salin li herê şer berdewam dike. Ji ber vî şerê gelek mafên mirovan hatin binpê kirin. Bi hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê re, li dijî hemû sazî û mafên mirovan êrîş pêk hatin. Zext li wan hat kirin. Li welat krîzên civakî, aborî î siyasî hene. Li welatekê, heya ku aştî û demokrasiya civakî pêş nekeve, jiyaneke mirovane jî ne pê kane. Ji bo ku gel li qadan vê daxwaza xwe bînin ziman, emê ji îro û şûn de dest bi amaderiyên mîtîngê bikin. Wê ji 14 bajarên herêmê, welatî beşdarî mîtîngê bibin. Di vê mîtîngê de gel wê daxwazên xwe bîne ziman. Em ji niha de, her kesî vedixîn in mîntînga ku em ê di 22’yê Kanînê de li dar bixin.”