Doza Nisêbînê: Feraseta ku Rêveberiya Xweser sûc dibîne, sûcê herî mezin dike 2019-12-10 15:08:34 MÊRDÎN - Firat Çîftçî yê di Doza Nisêbînê de cezayê muebata giran û 29 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, parastin kir û got: “Feraseta ku Rêveberiya Xweser weke sûc dibîne, sûcê herî mezin dike.” Danişîna doza 17 jê zarok 70 kesên piştî qedexeya derketina derve ya navçeya Nisêbîn a Mêrdîn di 26'ê Gulana 2016'an de hatibûn binçavkirin û dûre hatin girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Danişîna 2 kesên ku dosyayên wan ji hev hatibûn cuda kirin îro hatin dîtin.   Dest pê kê danişîna Hêvîdar Ozdemîr hat dîtin. Danişîn piştî tespîta nasnameyê bi xwendina mutalaaya dozgerê dozê dest pê kir. Dozger mutalaaya xwe ya derbarê Ozdemîr de aşkere kir. Dozger xwest ku Ozdemîr bi cezayê muebeta giran bê cezakirin.    Dûre parêzserê Ozdemîr ji bo parastinê dem xwest. Şandeya dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişîna Ozdemîr taloqî 13’yê Sibata 2020’an kir.    'JI BER KU MIN JIYANA AZAD PARAST, EZ LI VÊ DERÊ ME’    Dûre danişîna Firat Çîftçî hat dîtin. Çîftçî ji Girtîgeha Bandırma anîn û di salona danişînê de amede bû. Firat Çîftçî dest bi parastina xwe kir û wiha axivî: “Du salin têm darizandin. Yekemîn careke ku parastina xwe dikilm. Ev du salin têm dadgehê û diçim. Berê jî, min bi dehan car got ku ku ev şande û dadgeh ne ser bixwene. Li gel vê yekê jî, em bi heman helwestê û şandeyê re dewam dikin. Ji ber ku min daxwaza rêveberiya xweser a demokratîk kir û jiyana azad parast ez îro li vê derême. Ez tu carî ne poşmanim. Tu bihayê cezayê ku hûn bidin min tuneye. Feraseta ku Rêveberiya Xweser weke sûc dibîne, sûcê herî mezin dike. Îro, Erdogan diçe kîjan welatî, di rojeva wî de tenê kurd hene. Ji ber ku ji kurdan ditirse, wan evqasî dike rojev. Lê hewldaneke me ya ku em tirsê bidin avakirin tuneye. Çawan ku em ji kesekê natirsin, em naxwazin ku kesek jî ji me bitirse. Em dixwazin çand û exlaqê xwe bi awayekê azad bijîn. Dixwazin me înkar bikin, bi tank û topan encamê bigirin. Gelo karîn bi van PKK’ê biqedînin? Niha li her derê têkoşîn dewam dike. Wê dewam bike jî. Dibêjin ku kurd û tirk xwişk û biran e. Lê di rastiyê de, pîvan û exlaqeke xwişk û biratiyê jî, heye.”   ‘PIRSGIRÊK PIRSGIRÊKA PARGALÊ YE’    Çîftçî, bal kişand ser awayê darizandina xwe û wiha dawî li parastina xwe anî: “Em îro bi şanoyekê hatiye avakirin tên darizandin. Ma hûn wisan difikirin ku emê van cezayan ji bîr bikin? Bi îdîa û îfadeyên tewş hûn me ceza dikin. Yên ku jina 70 salî dayika zarokan li Nisêbînê dan ber guleyan ma ez bûm? Yên ku cenazeyê Dayika Taybet li Sîlopiyê bi rojan li kolanê hiştin me ez bûm? Na ne ez bûm. Ev hemû kirînên we ne. Ceza bidin min û tola xwe ji min bigirin. Li ser dervera cîhanê mirov dimirin. Pirsgirêka sereke pirsgirêka pargalê ye. Ev hişmendî êdî nabe çareser. Pergala ku hûn weke terorê dibînin, pergala konfederalîzmê ye. Çiya vê sûce? Hûn jî baş dizanîn ku ev ne sûce. Cezayê ku hûn bidin min jî, wê ne li gorî wijdan, exlaq, çand û nirxê civakê be.”   Şandeya dadgehê piştî parastinê navber da û dûre cezayê muebeta giran û 29 sala cezayê girtîgehê li Çiftçî birî.    BERÊ JÎ LI 31 GIRTIYAN CEZA HATIBÛ BIRÎN    Şandeya dadgehê heta niha der barê 29 kesan de biryar dabû. Heta niha dadgehê der barê Yasemin Erkol 10 sal, Ozgur Sevim cezayê muebbeta giran û 25 sal, Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkurt, Hamit Acur û Akar Îkbal de muebbeta giran û 15 sal, der barê Sadık Tan, Bayram Sevgin, Firat Darî, Mazlum Yaşa û Hatip Oyman de muebbeta giran û 18 sal, der barê Ercan Dolaşır de muebbeta giran û 10 sal, der barê Erkan Benlî de muebbeta giran û 20 sal û 3 meh, der barê Baver Başar de muebbeta giran û 19 sal, der barê Mehmet Zirig de muebbeta giran û 17 sal, der barê Suleyman Goksel Yerdut de muebbeta giran û 15 sal, der barê Dilber Tanrıkulu de muebbeta giran û 26 sal, der barê Tufan Îlbaş de muebbeta giran û 27 sal û 6 meh, der barê Ramazan Eroglu de jî 2 muebbetê giran û 3 sal cezayê girtîgehê birîbûn, ji bo Farûk Engîn muebeta giran û 31 sal cezayê girtîgehê û ji bo Resûl Ergun jî 3 caran muebata giran û 27 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.    Şandeyê der barê Şukru Aybek, Heja Algan, Emre Topçuoglu, Baran Eman, Çeçan Kilkaya û Dilan Aslan de jî ji ber temenê wan biçûk e ji bo her yekî-e 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birîbûn. Dîsa li 2’emîm Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê Huseyin Bag rastî cezayê muebetê û 11 sal, Zehra Kaya cezayê muebetê û 18 sal, Fatma Aslan 21 sal û 7 meh ceza hatibûn.   DOSYEYA 2 GIRTIYAN HATIBÛ GIRTIN    Ji girtiyên dozê Medya Çınar û Siraç Yuksek, di çalakiya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dawî li jiyana xwe anîbûn.