Eskeran 2 birayên Murat Kaya yê hat kuştin, binçav kirin 2019-12-10 14:54:56 AGIRÎ - Eskeran birayên Murat Kaya yê li Gundê Mûşiyan di serdegirtina gund de hat kuştin, Maksut û Fettah Yalçin, binçav kirin.  Eskeran di 6'ê Kanûnê de bi ser gundê Mûşiyan ê Navçeya Dutaxê ya Agiriyê de girtibûn û bavê 3 zarokan Murat Kaya kuştibûn. Piştrî 3 rojan cenazeyê wî şev nîvê şevê li gund defin kiribûn. Eskeran dîsa bi ser gund de girt û birayê Kaya, Maksut û Fettah Yalçin binçav kirin. Fettah Yalçin di roja bûyerê de hatibû binçavkirin û piştî 3 rojan serbest hatibû berdan. Fetah dîsa hat binçavkirin.