Guzel 'tunebûna kurdî' ya li Navendên Banga Lezgîn a 112'an pirsî 2019-12-10 14:40:31   AMED - Parlamentera HDP'ê Semra Guzel, 'tunebûna kurdî' ya li Navendên Banga Lezgîn a 112'an ku bi 5 zimanan xizmet dide, ji Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca pirsî   Navendên Banga Lezgîn a 112'an bi tirkî, îngilîzî, erebî, almanî û rûsî xizmetê didin. Li gel ku li Tirkiyeyê bi milyonan kurd hene jî bi zimanê kurdî ev xizmet nayê dayîn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, bi daxwaza ku Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca bibersivîne têkildarî nedayîna xizmeta bi kurdî ya Navendên Banga Lezgîn a 112'an ku bi pir zimanan xizmet dide, pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.    Parlamenter Guzel, di pêşnûmepirsa xwe de bi bîr xist ku Navendên Banga Lezgîn a 112'an bi pir zimanî xizmet didin û ev tişt got: "Girêdayî wezareta we li 44 bajaran, Navendên Banga Lezgîn a 112'an, bi zimanên tirkî, îngilîzî, erebî, almanî û rûsî xizmetê didin. Bi vê yekê re ji bo welatiyên ker bi '112 Bêastengî' xizmeta axaftinan bi dîmen tê dayîn. Lê li gel ku nêzî 20 milyon kurd li Tirkiyeyê dijîn û hema bibêje li tevî bajaran hene jî ev xizmet bi kurdî nayên dayîn. Ev yek jî pirsa 'welatiyên ku bi tirkî nizanin di rewşeke lezgîn de dê xwe çawa bigihînin 112'an û derdê xwe vebêjin' tîne rojevê."   Guzel di pêşnûmepirsa xwe de ev pirs ji Wezîrê Tenduristiyê Koca pirsîn:   * Çima di nav xizmeta ku ji aliyê Navendên Banga Lezgîn a 112'an ve tê dayîn de kurdî tuneye?   * Ji bo kurdî li Navendên Banga Lezgîn a 112'an bê barkirin xebateke we heye?    * Ji bo ku 20 milyon welatiyên kurd ji her cûre xizmeta tenduristiyê bi zimanê xwe sûd werbigirin tu xebatek we ya ku niha tê kirin heye?