Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan 2019-12-10 14:18:35   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bilmez, bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Rêzan Sarica, piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Heziran û 7'ê Tebaxê de çûn Îmraliyê û hevdîtin kiribûn. Parêzer ji 7'ê tebaxê heta niha serlêdan dikin. Lê heta niha hemû serlêdanên wan bê bersîv tên hiştin.