Ferzkirina sîxurtiyê bir rojeva Meclîsê 2019-12-10 14:07:54   AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, rewşa xwendekarê Zanîngeha Artûklû ya Merdînê Hatîp Oncu yê ku “endamên îstîxbaratê” sîxurtî ferzî wî kirin, bir rojeva Meclîsê.     Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dersim Dag, rewşa xwendekarê Zanîngeha Artûklû ya Merdînê Hatîp Oncu yê di 27’ê Mijdafê de hat binçavkirin û 3 endamên îstîxbaratê sîxurtî ferzî wî kirin, bir rojeva Meclîsê.   Dag, ji bo ku Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû bi bersivîne pêşniyazpirs da Meclîsê. Di pêşnîyaznamê de ev pirs ji Soylû hatin kirin:    “*Gelo 3 kesên ku dibin navê sohbetê de xwestin hevdînê bi Hatîp Oncu yê dibin çavan de re bikin, endamên îstîxbaratê ne?    *Raste ku dibin çavan de daxwaza sîxuriyê ji kirine? Ger rast be, we derbarê van kesan de dest bi lêpirsînê kir?    *Van kesan ji Hatîp Oncu re gotine ger daxwaza wan a sîxurtiyê qebûl bike, ewê kareke payabilind di karê Diyanetê de bidin wî. Gelo ev yek raste? Ger rast be, hêzên îstîxbaratê û ewlekariyê, bi kîjan erkê vê daxwazê dikin?    *Hejmara kesên di 5 salên dawî de, di bin çavan de sîxurtî ferzî wan hat kirin çiqase?    *Gelo ev kesên wiha bi kîjan qanûnî, dibin navê ‘sohbetê de’ hevdîtinan bi kesên dibin çavan de ne re dikin?”