Tiryakî: Yên tayînkirina qeyûm îmze dikin sûcê destûra bingehîn dikin 2019-12-10 14:05:58 ÊLIH – Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku yên biryara qeyûm îmze dikin hemû li dijî destûra bingehîn sûc dikin. Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî ji berk u hevşaredarên Êlihê venexwendine “Rojên Danasîna Êlihê” ya li Stenbolê rexne kir.    Rêxistina HDP’ê ya Êlihê li otelek Êlihê bi rojnamegeran re civîna taştê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û Ayşe Acar Başaran, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Balkêş bû ku polîsan derdora avahiya otêlê dorpêç kiribûn.    'SÛCÊ DESTÛRA BINGEHÎN HATIYE KIRIN’    Parlamenterê Mehmet Ruştu Tiryakî di civînê de axivî û diyar kir ku tayînkirna qeyûman tenê wezîfedarkirin e û ji ber ku biryar ne mayînde ye dê biryarê ji du mehan carek di ber çavan de derbas bikin. Tiryakî anî ziman ku mafê welatiyan ên hilbijartinê pirr eşkere hatiye desteserkirin û li dijî hiqûqê ye. Tu lêpirsînek derbarê Hevşaredarê Awîskê Osman Karabul û hevşaredarên me din de nehatiye destpêkirin. Ev biryarek siyasî ye.  Tiryakî diyar kir ku yên biryara qeyûm îmze dikin hemû li dijî destûra bingehîn sûc dikin.   'ÊRIŞA LI DIJÎ HEVSEROKATIYÊ YE’    Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî da zanîn ku tayînkirina qeyûman bi taybetî êrişek li dijî pergala hevserokatiyê ye û got: “Em dizanin ku îqtîdar naxwaze jinek were ser rêveberiyê. Êrişek li dijî mafê hilbiartin û têkoşîna jinan e. Em ê dest ji siyaseta demokratîk û pergala hevserokatiyê bernedin.”    'HEQARET LI ÊLIHÊ KIRIN E’   Başaran bal kişand ser li dar xistina “Rojên Danasîna Êlihê” ya ji aliyê Walîtiya Êlihê ve li Yenîkapiya Stenbolê û got tenê AKP’yî û kesên nêzî AKP’ê vexwendine van rojên danasîna Êlihê. Başaran anî ziman ku hevşaredarên Êlihê nehatine vexwendin û walî dixwaze Êlihê ji bo berjewendiyên xwe bide nasîn û vê yekê wek heqaretek li dijî Êlihê pênase kir.