Xaniyê kerpîç hilweşiya: 3 kesan jiyana xwe ji dest da 2019-12-10 13:34:00   KONYA – Li Konyayê xaniyek kerpiç hilweşiya 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest da.    Li taxa Akçeşme ya navçeya navendî Karatay a Konyayê xaniyek du qatî yê kerpîç hilweşiya. Sultan Dakim (57) û neviyên wê Muhammet (17) û Bektaş Dakim (5) di bin kavilê xanî de man.     Heta ku her sê welatî hatin rizgarkirin di bin kavil de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên wan ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.