HDP: Ji ber Karabulut li hemberî gefên qeyûm serî danî îstîfa kir 2019-12-10 12:29:17   ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Salîm Kaplan, têkildarî îstîfaya hevşaredarê Kaniya Henê Firat Karabulut daxuyanî da û diyar kir ku ji ber li gorî rêgezên HDP'ê tev negeriya ye îstîfa kiriye. Kaplan, da zanîn ku Karabkulut serî li ber gefên qeyûm danîye û rêgezên HDP'ê binpê kirine.      Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û berpirsiyarê Rêveberiya Herêmî yê HDP'ê Salîm Kaplan, têkildarî îstîfaya Hevşaredarê Bajaroka Kaniya Henê ya Kozluk a Êlihê Firat Karabulut daxuyanî da. Kaplan, diyar kir ku Karabulut, li hemberî gefên qeyûm serî danîye û rêziknameya HDP'ê îhlal kiriye û ji ber vê yekê îstîfa kiriye. Kaplan, da zanîn ku Îqtîdara AKP MHP'ê gefa 'Hûn ji HDP'ê îstîfa bikin dê qeyûm tayînî şûna we nekin'  û Karabulut, li hemberî vê gefê serî tewandiye. Kaplan, bibîr xist ku ev gef û daxwazek li dijî sinc û hurmeta mirovan e û yê ev daxwaz qebûl kiriye jî bê rûmetî û bê sincî qebûl kiriye. Kaplan, anî ziman ku şert û merc çi dibe bila bibe, dê dest ji têkoşîna xwe ya demokratîk bernedin û tu carî bê rûmetiyê qebûl nakin."