Esad: Divê Tirkiye biçe 2019-12-10 11:40:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û ev tişt got: "Dagirkeriya Tirkiyeyê ne li gorî serwerî û yekparebûna Sûriyeyê ye. Divê Tirkiye derkeve û biçe."   Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, beşdarî bernameyeke televîzyona Rai News 24'ê ya Îtalyayê bû û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandinan kir.    'REWŞA SIYASî TEVLÎHEV E'   Esad têkildarî bikaranîna Tirkiyeyê ya Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) axivî û wiha got: "Li Îdlibê Eniya Nûsra ku Tirkiye piştgiriya wê dike heye. Li aliyê din bakurê Sûriyeyê ku tirkan mehek berê dagir kir. Em dikarin bibêjin ku di hêla siyasî de rewş hê tevlîhevtir bûye. Lewre ji bo dirêjkirina krîzê û wergerandina şerê perêtandinê, hejmara lîstikvanên ku mudaxaleyî krîza Sûriyeyê dikin, zêde bûne." Esad pirsa 'Rûsya bi Tirkiyeyê re li ser hin beşên xaka Sûriyeyê bazaran dike. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?" wiha bersivand: "Ev tê wateya piştgiriya êrîşên Tirkiyeyê û ne rast e."   'RÛS PIŞTGIRÎ NADIN TIRKAN'   Esad, têkildarî bazarên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de yên li ser xaka Sûriyeyê didomin jî ev nirxandin kir: "Ew (Rûsya) dixwazin rola derxistina tirkan a ji Sûriyeyê bigirin ser milê xwe. Ew piştgirî nadin tirkan. Ev rastiyeke baş e û nabêjin ku divê Sûriye vê yekê qebûl bike. Vêya nabêjin." Esad, rewşa heyî ya li Sûriyeyê weke "ji xerabiyê çêtir" bi nav kir û ev tişt got: "armanca de serwerî û yekparebûna Sûriyeyê ye. Dagirkeriya Tirkiyeyê ne li gorî serwerî û yekparebûna Sûriyeyê ye. Ev yek bi wayekî aşkera zelal e."   'EZ Ê BI DÎTINA ERDOGAN BI RÛMET NEBIM'   Esad, têkildarî hevdîtineke muhtemel a di navbera xwe û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de jî ev tişt anî ziman: "Heke rojek bi rewşeke wiha re rû bi rû bimînim, ez ê bi rûmet nebim. Têkiliyên Erdogan bi rêxistinên mîna DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam'ê re hene. Ez ji hevkariya wiha îslamîstên berjewendîperest hez nakim."