Hevşaredarê Rêya Armûşê di hucreya yek kesî de tê girtin 2019-12-10 11:33:17   WAN - Hat diyar kirin ku Hevşaredarê Rêya Armûşê Azîm Yacan li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê di hucreya yek kesî de tê girtin û rayedarên girtîgehê ligel hemû serlêdanan Yacan nagirin qawîşê.    Hevşaredarê Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan, di çarçoveya lêpirsîna derbarê wî de hatibû vekirin, di 8’ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û di 11’ê Mijdarê de jî hatibû girtin. Yacan ê şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê, dûre sewqî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê kiribûn.    DI HUCREYA YEK KESÎ DE DIGIRIN’   Yacan ê li Girtîgeha Erziromê 3 rojan di hucreya yek kesî de girtin, piştre kirin qawîşa yek kesî. Yacan ji bo ku bidin qawîşek pir kesî gelek caran serlêdan kir, lê hemû serlêdanên wî hatin redkirin. Ji bo Yacan ê ji nişka ve hesta tirsê derbas dike, ne TV’î, ne rojnameyan û ne jî pirtûkan didinê.    ‘DIXWAZIN ME PERÎŞAN BIKIN’   Hatîce Yacan a duh bi hevjînê xwe re hevdîtin kir, wiha got: “Ev du heftene, nahêlin ku Yacan bi tu kesî re hevdîtinê bike. Ji bo ku ev pêkanîn bi dawî bibe û hevjînê min bigirin qawîşeke pir kesî gelek caran serlêdan kiriye. Lê tu encam derneket holê. Ev çend rojin hevjînê min nikare xarin bixwe. Duh xwest ku parêzerên wî biçin serdana wî. Divê ev pêkanîn bi dawî bibe. Dixwazin me bi van pêkanînan perîşan bikin. Bi van kirînên xwe, hewl didin malbatan û girtiyaan bixin nava zor û zehmetiyan. Ji bo derbaskirina van pêkanînan ez banga piştevaniyê li raya giştî dikim.”