Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin 2019-12-10 11:04:11   WAN – Li gundê Qaşqol ê bi ser navçeya Elbaka Wanê ve ku li ser sînorê Îranê ye cenazeyê zilamekî ku ji ber sermayê qerisiye hat dîtin.    Li gundê Qaşqol ê girêdayî navçeya Elbaka Wanê ku dikeve ser sînorê Îranê cenazeyê aîdî zilamekî hat dîtin. Cenaze li çoltera gund ji aliyê şivanan ve hat dîtin. Şivanan agahî da cendirmeyan û piştî lêkolîna li cihê bûyerê hat ragihandin ku cenaze aîdî kesek biyanî ye û ji ber sermayê qerisiye.    Cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê û piştî lêkolîna ewil cenaze şandin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.