SMO Girê Spî talan dike 2019-12-10 10:57:07 GİRÊ SPÎ- Dîmenên ku dikanên kurd û erebên di nav rêveberiya xweser de cih girtine, ji aliyê SMO'yê ve tên talankirin, derketin holê. Tê diyarkirin ku kesên vê yekê îttîraz dikin jî tên revandin û windakirin.  Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kiribûn, didomin. Êrîşên komên paramîlîter ku di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de li hev kom bûne, li Eyn Îsa, Til Temir û rêya navneteweyî M4'an zêde dibin. Di çarçoveya êrîşan de dîmenên ku dikanên kurd û erebên li Grê Spî û Serê Kaniyê di nav rêveberiya xweser de cih girtine, ji aliyê SMO'yê ve tên talankirin, derketin holê.   Bi taybet li Grê Spî, SMO'yî yek bi yek li mal û dikanan digerin û mal û dikanên kurdan desteser dikin. SMO'yî dirav û milkê gel desteser dikin û mal û dikanên ku weke ganîmet digirin jî navê xwe li ser wan dinivisînin. SMO'yî zêr jî di nav de mal û milkê gelê Grê Spî yê ku didizin, bi qamyonan tînin navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê. Tê gotin ku ev mal û milk li deverên cûda tê firotin.    Welatiyên ku li dijî vê yekê dertên ya tên revandin an jî di îşkenceyê re tên derbaskirin. Tê diyarkirin ku heta niha bi dehan kes bi vê aqûbetê re rû bi rû mane.     Bi taybetî jî mal û milkên kurdan tên desteserkirin û li hin cihên ku hatine desteserkirin DAIŞ'iyên ku kincê SMO'yê li xwe kirine hatine bicihkirin.    Piştî kurdan erebên ku di nav rêveberiya xweser de cih girtine di hedefa komên ku mijara gotinê ne de ne. Tê gotin ku hin eşîrên ereb li dijî vê talan û ganîmetê serî hildane.   MA / Nazim Daştan