Walî derketina derve ya 51 gundên Amedê qedexe kir 2017-12-08 08:46:56 AMED - Waliyê Amedê, berî operasyonê pêk bîne, li 51 gund û gomên girêdayî navçeyên Licê, Karaz, Farqîn, Hezro û Pasûrê îro saet di 05.00'an de qedexeya derketina derve îlan kir.   Di îlan kirina biryara qedexeya derketina derve ya walîde ev tişt hatin gotin: "Li navçeyên me Licê, Karaz, Farqîn, Hezro û Pasûrê, ji bo endam û rêveberên rêxistinê yên li diristan û ser sînorên van navçeyan cihbûne ji holê bên rakirin, dê operasyon bê lidarxistin.  Li herêmên operasyon bên li darxistin bi armanca welatiyên sivîl zirarê nebînin, li gorî madeya 2442 a Qanûna Îdarî ya Bajêr 51 herêm û gundên navçeyên Licê, Karaz, Farqîn, Hezro û Pasûrê di 08'ê Kanûna 2017'an de ji saet 05.00 û vir ve hatin qedexekirin. Heta fermana duyemîn ev qedexe dê bidome."