Hevşaredarên Pasûrê sibê tên dadgehkirin 2019-12-10 09:28:31 AMED – Danişîna ewil a doza hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin û pişt re hatin girtin sibê tê dîtin. Li gundê Beyrok a girêdayî navçeya Pasûra Amedê di 12’ê îlonê de teqînek rû dabû û 7 kes miribûn. Bi sedema teqînê Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ji peywîra şaredariyê hatin dûrxistin û hatin girtin. Her wiha Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Pasûrê Mehmet Abidîn Karaman, Midurê Karên Fenê ya Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş, Endamê HDP’ê Mehmet Emîn Ay, Endamê Meclîsa Şaredariya Pasûrê Yucel Çete, operatorê kemçeyê Umît Fîdan girtî tên darizandin.    Hevşaredar Taş û Ay bi îdiayên “Propaganda rêxistinê kirine”, "Bi qestî kuştin”, “Bi zanebûn madeyên talûke li gel xwe hiştine û dest guhertine”, “Yekîtiya dewletê û hevgirtina welat xera kirin”, “Pesindayîna sûc û sûcdar”, “Bikaranîna çekên kîmyewî, biyolojik û nukler kuştin” tên sûcdarkirin.    Abidîn Karaman, Umît Fîdan, Mehmet Emîn Ay û Yucel Çete jî bi îdiayên “Propaganda rêxistinê kirine” û “Pesindayîna sûc û sûcdar kirine” tên sûcdarkirin.    Danişîna ewil a dozê dê sibê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin.