Polîsan destê parlementer şikand, dozger got 'li gor hiqûqê ye' 2019-12-10 09:16:06 AMED - Di mudaxileyeke polîsan de milê Parlementera HDP'ê Feleknas Ûcayê şikiyabû. Ûca, gilî kiribû. Lê belê ji bo mudaxileyê hat gotin ku "li gor hiqûqê ye" û biryara neşopandinê hat dayîn. Parêzerê Ûcayê jî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.  Li Êlihê, polîsan mudaxileyî daxuyaniya HDP'ê kiribû û di mudaxileyê de milê Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûcayê şikiyabû. Ûca, gilî kiribû û Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî lêpirsîn dabû destpêkirin. Di lêpirsînê de, serdozgeriyê ji bo mudaxileya polîsan got, "li gor hiqûqê ye" û lêpirsîn bi neşopandinê bi dawî kir. Parêzerên Ûcayê jî îtiraz kirin, lê belê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Êlihê jî îtiraz red kir.    Di serdema grevên birçîbûnê de, di 19'ê Gulana 2019'an de HDP'ê xwestibû li Êlihê daxuyaniyekê bide. Lê belê bi hinceta "walî qedexe kiriye" destûr nehatibû dayîn û polîsan mudaxileyî girseyê kiribû. Di dema mudaxileyê de milê çepê yê Ûcayê şikiyabû.    Parêzerên Ûcayê jî tevî dîmenên bûyerê û raporên nexweşxaneyê giliyê polîsan kirin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî lêpirsîn da destpêkirin û ji bo mudaxileya polîsan got, "li gor hiqûqê ye" û lêpirsîn bi neşopandinê ve bi dawî kir. li ser vê parêzer Ûcayê Parêzer Reyhan yalçindag li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 2'yan îtiraz kir, lê belê dadgehê jî îtiraza wan red kir.    Li ser vê parêzer Yalçindag serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Yalçindag, anî ziman ku heger AYM jî tiştekî neyînî bêje, ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.    MA / Aydin Atay