Helbestvan Erbaş: Divê em ji vê dojehê derkevin 2019-12-10 09:13:46 ANTALYA- Helbestvan Şukru Erbaş, destnîşan kir ku şidet kîn, nefret û pevçûnê zêde dike û got: "Wekî nexweşînekê berbelav dibe. Welatek di vê dojehê de nikare bijî. Divê em ji vê xelas bibin."  Li bajarên kurdan tayînkirina qeyûman, krîza aborî, întiharên pêk tên û şideta li ser jinê her diçe zêde dibe. Helbestvan Şukru Erbaş, bal kişand ser biyanîbûna di civakê de û got, îktîdar bi şidetê hebûna xwe didomîne.    ‘LI HER QADÊ ŞIDET HEYE'    Erbaş, anî ziman ku di demên dawî de şideta siyasî zêde bûye û dibe sedema pirsgirêkên mezin û got, ji ber vê şideta zilaman li her qadê rû dide. Erbaş, got: "Di demên dawî de ji nişka ve întihar zêde bûn. Întiharkirina mamosteyên nayên tayînkirin, întiharên komî yên ji ber bêhêvîtî û bêçaretiyê. Meseleyeke din jî civakê û şideta li ser jinê ye. Şideta li ser jinê, ji ber rewşa îktîdarê ku çi yekser çi jî neyekser jinê biçûk dixîne û ev veguheriye refleksekê. Hebûna wan î siyasî bi vê yekê hatiye girêdan. Wekî hêzeke aborî, eskerî û siyasî, şidetê jî zînde dihêlin û bi vî awayî hebûna xwe didomînin. Lê belê wê nikaribin heta dawiyê vê yekê bidomînin. Ev yek ne di dîrokê de û ne jî li tu devera cîhanê heta dawiyê dewam nekiriye. Wê ji nişkace hilweşin."    Erbaş, anî ziman ku pêdivî bi veguherîna civakiyî heye û got, a ku konjukturê diyar dike saziya siyasetê ye. Erbaş, got: "Ê ku vê yekê veguherîne, saziya siyasetê ye. Ev sazî mecbûr e ji bo civakê bibe cihê hêviyê û di warê ked, aştî, edalet û azadiyê de projeyan berpêşî civakê bike. Mirovên tengezarî bûne, ketine nav bêçaretî û şidetê mecbûr in baweriya xwe bi wê projeyê bînin. Ne helbestvan ne jî nivîskar nikarin xelasiya civakiyî pêk bînin. Yek jê hesasiyeta ku dê cîhan biguhere li me peyda dike, yek jê jî rasterast dibe guherîn bixwe."    ‘TU NIKARÎ BI RÊ VE BIBÎ'    Erbaş, ji bo tayînkirina qeyûman jî got: "Tu vîna wan red dikî. Tu êrîşî jiyana bi hev re dikî. Heger tu vê yekê bikî, li wê erdnîgariyê tu yê en tiştek bî jî. Tu bi şidet û tirsê xwe li ser piya dihêlî. Lê bi nehesibandina mirovên bajarekî tu yê nikaribî wî bajarî bi rê ve bibî."    ‘JIYANA BI HEV RE'    Erbaş, bal kişand ser biyanîbûna di civakê de rû daye jî û got, divê ev biyanîbûnê di çend forman de esas bê girtin. Erbaş, anî ziman ku şik û gumanên di warê aborî, çandî û hiqûqî de biyanîbûnê zêdetir dikin û got: "Ev biyanîbûna ku her diçe zêde dibe vediguhere cinbûyîneke civakiyî. Civak cinobûyî dibe. Em hem wekî ferd hem jî bi giştî cinobûyî dibin û ev rewş wekî nexweşînekê berbelav dibe. Ji ber vê yekê me jiyana bi hev re ji bîr kiriye. Me ji bîr kiriye ku em aydê hev in û divê em bi hev re tev bigerin. Lê welatek di vê dojehê de nikare bijî. Divê em ji vê xelas bibin."    MA / Mehmet Aslan