Çîçek Kobanê nayê tedawîkirin 2019-12-10 09:12:52 RIHA – Çîçek Kobanê ku birîndarî hatibû zevtkirin û hat girtin, li girtîgehê nayê tedawîkirin. Vahîde Temo, destnîşan kir ku keça wê nikare bi tena serê xwe bijî.      Di 21'ê Cotmehê de li li gundê Mişrefa yê Eyn Îsayê Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ji hêla endamên SMO'yê ve hatibû binçavkirin. Çîçek Kobanê, bi birîndarî hatibû zevtkirin û dîmenên îşkencekirina wê li ser medyaya civakiyî hatibûn parvekirin. Paşê Kobanê birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.    Dayik Vahîde Temo, anî ziman ku piştî keça wê hatiye girtin çûne girtîgehê. Temo, diyar kir ku keça wê gotiye gava hatiye zevtkirin îşkence lê hatiye kirin û hîn jî dewsa îşkenceyê li ser canê wê heye. Dayik Temo, destnîşan kir ku keça wê nayê tedawîkirin û ji ber vê dest û piyên wê werimîne.    ‘XWESTIN MIN BIFETISÎNIN'    Temo, da zanîn ku ji roja keça wê hatiye girtin cara ewil di hevdîtina vekirî de keça xwe dîtiye û got: "Gava çûm girtîgehê min fêm kir ku hatiye îşkencekirin. Keça min ji min re got, 'Yekî ji wan destê xwe xistibû qirika min û dixwest min bifetisîne. Hema bêje heta 5 deqeyan jî bi ser hişê xwe ve nehatim.'"    ‘WÊ NABIN NEXWEŞXANEYÊ'   Temo, bibîr xist ku bêyî tedawîkirina keça wê biqede hatiye girtin û got: "Keça min ji nigê xwe yê rastê ji du cihan birîndar bûye. Platîn xistine nigê wê. Ji ber vê nikare nigê xwe bileqîne. Nikare xwarinê bixwe. Dermanên w qediyane. Her roj serî li îdareya girtîgehê dide, lê wê eware dikin û nabin."    Temo, got: "Keça min û kesên li Sûriyeyê hatine zevtkirin di heman odê de ne. Hevalên wê alîkariya wê dikin."    Temo, xwest keça wê bê tedawîkirin.