Gergerlîoglû: KHK, qirkirina sedsala 21'emîn in 2019-12-10 09:10:25 RIHA – Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo KHK'yên ku milyon û nîv mirov mexdûr kirine got: "Pêkanînên naziyan û qirkirina sedsala 21'emîn."  Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê, di 21'ê Tîrmeha 2016'an de Rewşa Awarte hatibû îlankirin. Dema Rewşa Awarte 7 caran hatibû dirêjkirin û di 18'ê Tîrmeha 2018'an de bi dawî bûbû. Di dema Rewşa Awarte de 251 kesî jiyana xwe ji dest da û 2 hezar û 194 kes jî birîndar bûbûn. Her wiha di vê serdemê de gelek Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) jî hatin derxistin. Ji ber 37 KHK'yên hatin derxistin herî kêm 125 hezar û 678 kes hatin îxrackirin, xwendekariya 270 kesî hat betalkirin, 2 hezar û 761 sazî hatin girtin û rutbeta 3 hezar û 213 kes jî ji wan hat wergirtin. Her wiha 53 rojname, 37 radyo, 34 televîzyon, 29 weşanxane, 20 kovar û 6 ajansên nûçeyan jî hatin girtin.    Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, bal kişand ser encamên KHK'yan.    Gergerlîoglû ku ji bo KHK'yên hatin derxistin got "Li Tirkiyeyê qirkirineke KHK'yan pêk hat ku di sedsala 21'ê de li tu deverê cîhanê pêk nehatiye" destnîşan kir ku ev dişibe pêkanînên naziyan.    Gergerlîoglû, diyar kir ku kesên hatine îxrackirin kar peyda nekirine, derfetên peydakirina kar ji hêla dewletê ve hatine binpêkirin û got: "Di girtîgeha Tirkiyeyê de girtîne. Hin mirov hene 3 sal û nîv in betal in. Ji van mirovan hin jê bi sedeqe û zekatan debara xwe dikin. Ev qirkirineke mezin e."    ‘MIRINEKE SIVÎL'   Gergerlîoglû, destnîşan kir ku nêzî 200 hezar kes ji ber KHK'yan mexdûr bûne û gava mirov malbatên wan jî daxil bike nêzî milyon û nîv kes mexdûr bûne. Gergerlîoglû, got: "Her wiha ev girse pir ditirse. Çimkî li hemberî wan mirineke sivîl pêk hat. Her wiha îktîdar mafên wan ê sivîl û medenî hemûyan bin pê kir. Ev xespkirina mafan e. Meseleya KHK'yê gihaşt asteke tirsnak. her diçe ev dram mezin dibe. Civak bi çavekî 'nexweşok' li van kesan mêze dike. Niha bi mirineke sivîl re rû bi rû ne."    ‘HELBET WÊ ROJ BÊ Û ZILMA KHK'YAN BIQEDE'    Gergerlîoglû, got: "Helbet wê roj bê û zilma KHK'yan biqede. Lê wê ev bi îhsankirina Erdogan pêk neyê, wê bi hewldana civaka sivîl çê bibe. Em dixwazin Tirkiye vegere hiqûqê. Bila kes reşbîn nebe. Ji pirsgirêka kurd heta pirsgirêka KHK'yan û penaberan wê pirsgirêk hemû li ser zemîneke hiqûqî hel bibin."