ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-10 09:00:22 * Edeneyiyan, bal kişandin ser meaşê kêmû gotin, ji bo malbatek karibe debara xwe bikim divê meaşê kêm herî kêm 5 hezar TL be.  * Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo KHK'yên ku milyon û nîv mirov mexdûr kirine got: "Pêkanînên naziyan û qirkirina sedsala 21'emîn."    * Çîçek Kobanê ku birîndarî hatibû zevtkirin û hat girtin, li girtîgehê nayê tedawîkirin. Vahîde Temo, destnîşan kir ku keça wê nikare bi tena serê xwe bijî.      * Helbestvan Şukru Erbaş, destnîşan kir ku şidet kîn, nefret û pevçûnê zêde dike û got: "Wekî nexweşînekê berbelav dibe. Welatek di vê dojehê de nikare bijî. Divê em ji vê xelas bibin."    *  Di mudaxileyeke polîsan de milê Parlementera HDP'ê Feleknas Ûcayê şikiyabû. Ûca, gilî kiribû. Lê belê ji bo mudaxileyê hat gotin ku "li gor hiqûqê ye" û biryara neşopandinê hat dayîn. Parêzerê Ûcayê jî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.    *  Dr. Serkan Ongel, diyar kir ku pergala Neoliberalizmê krîzê ava dike û li dijî vê krîzê êdî mirov dest bi pergala hilberîna kooperatifan dikin. Ongel, anî ziman ku mirov di vê rewşa niha ya bi tenê dimînin de, dixwazin êdî bi hevre tiştekî ava bikin.    * Dayik Dîlber Kaya ji bo kurê xwe Mûrat Kaya ku li gundê Mûşiyan ê Dûtaxê hat kuştin, got: "Ji bo kurê min dibêjin 'terorîst'. ji bo ser sûcên xwe bigirin wiha dibêjin." Bira Fettah Yalçin jî ku 3 rojan di binçavan de ma, got: "Xwestin min jî bikujin."    * Danişîna ewil a doza hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ku yên girtî ne sibê tê dîtin.    * 9'emîn danişîna doza xwediyê Îmtîyazê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili û Midûrê Karên Nivîsan ê berê Înan Kizilkaya dê li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (14.10)   * Danişîna doza 3 bersûcên ku li Kursa Kuranê ya Umraniye îstîsmara zayedî kirin dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.30)   * Şaxên Komeleyên Mafên Mirovan dê bi minasebeta "10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li Stenbol, Emqere, Edene, Mêrsin, Antalya, Amed, Wan û gelek navendên din daxuyaniyê bidin çapemeniyê (12.30-19.00)   * Niqaşên Butçeya Sala 2020'an a Navendî dê li meclîsê berdewam bikin.