Ji hevşaredarên hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin 2019-12-09 20:55:25       WAN - Ji hevşaredarên di 6'ê Kanûnê de li Wanê di avêtina ser malan de hatin binçavkirin Hevşaredarê Bêgirê Yilmaz Şalan, hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç hatin girtin û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar û Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    Di 6'ê Kanûnê de polîsan avêtibû ser malên hevşaredarên navçeya Bêgiriyê, hevşaredarên Qelqelî û Elbakê yên Wanê. Ji hevşaredarên bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin Hevşaredarê Bêgiriyê Yilmaz Şalan, hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç hatin girtin û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar û Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    Hevşaredarên hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.