Kekê Çekwar Çûbûk hat girtin 2017-12-07 21:48:48   AMED – Çekdar Çûbûk, kekê Çekwar Çûbûk ku di dema qedexeya derketina derve ya Sûrê de jiyana xwe ji dest da, ku du hefte berê hatibû binçavkirin hat girtin.    Çekdar Çûbûk, kekê Çekwar Çûbûk ku di dema qedexeya derketina derve ya Sûrê de jiyana xwe ji dest da, ku du hefte berê hatibû binçavkirin hat girtin.    Polîsan kêlika gora Çekwar Çûbûk a li Goristana Yenîkoyê guherandibû û li ser kêlikê "Alîş Çûbûk" nivîsandibûn. Paşê piştî çend rojan şûnde malabatê duabre kêlika gorê guherand û li ser "Çekwar" nivîsandin. Piştî vê bûyerê çend rojan şûnde polîsan avêtibû ser mala wan a li semta Hûzûrevleriyê û Çekdar Çûbûk binçav kiribûn.